'Kurê min ji bo daxwazeke bi rûmet di greva birçîbûnê de ye'

Fatma Çig dayika Huseyîn Çig ê di greva birçîbûnê de ye got, "Kurê min niha di greva birçîbûnê de li ber xwe dide, ez jî li derve têkoşîna xwe didomînim. Kurê min ji bo daxwazeke bi rûmet vê çalakiyê dike."

Huseyîn Çig yek ji bi hezaran kesên ku li dijî tecrîda Îmrali di greva birçîbûnê de ye. Çig li Girtîgeha Şakranê ye û 29 sal in girtî. Çig 1’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kir. Çig destpêkê li Girtîgeha Ceyhanê ma, piştre li Girtîgeha Elbîstan a Mareş, Girtîgeha Bayrampaşa, Girtîgeha Bolû, Girtîgeha Tîpa L a Antalya û herî dawî sirgûnî Girtîgeha Umraniye hate kirin. Dayika Çig Fatma Çig diyar kir ku daxwazên zarokên wan mirovî û li gorî hiqûqê ne, ji bo bihîstina dengê wan bang li her kesî kir ku çi ji destê wan were bike.

'SOZA KU DAYÎ HEVAL EGÎD PÊK TÎNE'

Malbata Huseyîn Çig ji ber zext û zora dewletê ya salên 90’î koçî Edeneyê kir û li Seyhanê mezin bûye. Dayik Çig wiha qala zarokê xwe dike; “Huseyîn mirovakî rûken bû. Ji bo ku mirov wî bi bîr bîne yekser kenê wî tê bîra mirovan. Dema biçûk bû 7-8 salî Heval Egîd ditîbû. Demekê sohbet kirin. Ji wê rojê heta niha soz daye Heval Egîd. Hevalê Egîd ji kurê min re got ‘Biçe silavên min li bavê xwe bike. Ji wî re bêje çi dibe bila bibe divê çeka dewletê negre û cerdevantiyê qebûl neke. Bila ne li dijî gelê xwe be. Tu jî mezin bibe û dev ji têkoşîna xwe bernede’. Ji wê rojê ve bi girêdanbûnekî mezin di nava têkoşînê de ye. Di dema zarokatiyê de jî her dipirsî, yanî mirovekî pirsker bû.”

BIRAYÊN WÎ ŞEHÎD BÛN

Dayik Çig diyar kir ku weke kurê xwe sala 2006’an ji ber xebatên siyasî 4 salan di girtîgehê de maye û wiha domand; “Îro bi çi sedemê kurê min di girtîgehê de ye bi heman sedemê ez jî girtim. Ez 75 salî me, zarokekî min li Çiyayê Gabarê şehîd bû. Zarokekî min ê din li Kobanê şehîd bû. Zarokek din niha li çiyê ye. Yek jî niha di girtîgehê de ye û ez jî li derve têdikoşim. Ez bi mîlyonan carî vê tecrîdê şermezar dikim. Yên bûne sedema vê jî ji wan re belayê dixwînim. Heta ku tecrîd nerabe wê aramî neyê vî welatî. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo Tirkan jî wiha ye daxwaza me eger bixwazin li Tirkiyeyê aramî çêbe divê tecrîdê bidawî bikin.”

‘TÊKOŞÎNA WE SER XÊRÊ BE’

Dayik Çig ku bi kurê xwe re beriya çend rojan bi telefonê axivî, anî ziman ku kurê wê Huseyîn Çig jê re gotiye, “Dayê heta ku tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin em dev ji çalakiya xwe bernadin. Tu ne tirse, ji bo me xemgîn nebe. Tenê têkoşîna xwe bidomîne.” 

Dayik Çig bi domdarî got; “7000 kes bedena xwe ji bo birçîbûnê razandin. Kurê min jî yek ji wan e, ez tu ferq û cûdahî naxim navbera wan. Her ciwanê di girtîgehê de bira, kur û zarokên min in. Carek tenê jî negiriyam. Yanî ez dayika vî zarokî me, girî ne li gorî me ye. Ez serbilind im, ew jî wê bi min re serbilnd be. Çend caran di telefonê de min got ‘çalakiya we ser xêrê be’. Tişta dikeve ser milê me piştgirîdayîn wan û moralê wan di asta bilind de hiştine.”