Kurdistaniyên li Sydneyê êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin
Êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi çalakiyeke girseyî hate şermezarkirin.
Êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi çalakiyeke girseyî hate şermezarkirin.
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li Şengalê ku endamê Konseya Rêveber a KCK'ê û Endamê Koordînasyona Êzidiyan Zekî Şengalî şehîd bûn, îro çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Gel ve hate organîzekirin. Nûnerên NCDK û Komîteya Piştgiriya bi Rojava re li qada çalakiyê axivîn. Qisekeran êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd şermezar kirin.