BI DÎMEN

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî bi çalakiyan şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê û li bajarê Tambov ên Rûsyayê dijîn, komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat krin, di salvegera 18. de bi çalakiyên cuda şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê bi vê armancê meşiyan. Meş ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê-Agirî û Organîzasyona Jinên Kurd li Krasnadarê-Bêrîtan ve hat roganîzekirin û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Girseya gel li ber Kulûba Çandê ya Bolo li hev civiya û bi pankartên bi nivîsa "Na ji qirkirina siyasî re", "Sibat di dîroka Kurdistanê de meheke reş e", "Destên dirêjî Rêberê me dibin bila bişikên" û alên PKK, KCK û PAJK'ê heta ber Otonomiya Çanda Kurd ve meşiya.

Li ser navê rêveberiya Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Fatma Arîn li vê derê daxuyanî da. Piştî daxuyaniyê girseya gel dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bimire komploya navneteweyî" qîriya û ji hev belav bû.

TAMBOV

Kurdistaniyên li navçeya Pervomaysk a bajarê Tambovê jî, ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî li hev civiyan. Ji Rêveberiya Meclîsa Gel a Tambovê Medya Botan li vê derê ji girseya gel re axivî.

Botan komplo şermezar kir û got, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hînî Kurdan kir bê çawa divê têbikoşin û li ber neheqiyê serî netewînin. Beriya tevgera PKK'ê, li cîhanê kesî Kurd, dîroka Kurdan, çand û zimanê Kurdan nas nedikir. Lê belê bi saya Rêberê me û têkoşîna tevgera PKK'ê, berxwedana gelê Kurd bû hêvî ji hemû gelên bindest re."

Botan 15'ê Sibatê weke roja reş bi nav kir û anî ziman, gelê Kurd wê ti carî hêzên di komployê de cih girtine, efû neke.

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.