Kurdistaniyên li Kopenhagenê ji bo Ocalan daketin qadan
Kurdistaniyên li Danîmarkayê dijîn, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji duh ve çalakiyan li dar dixin.
Kurdistaniyên li Danîmarkayê dijîn, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji duh ve çalakiyan li dar dixin.
Bi banga Meclîsa Civaka Demokratîk a Danîmarkayê û Meclîsa Jinê ya Sevê, îro danê nîvro Kurdistanî li hev civiyan û li ber Parlamenta Danîmarkayê çalakî li dar xistin.
Di mîtîngê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Em ê cîhane bê Ocalan bi serê we ve birûxînin" hatin qîrîn.
Qisekeran jî diyar kirin, ku heta agahî ji Ocalan bê girtin wê li meydanan bin.
Çalakî hê jî dewam dike û bi navê çalakgeran wê dosyayek li ser mijarê radestî Meclîsa Danîmarkayê were kirin.