Kurdistaniyên li Fransayê ji bo Ocalan dimeşin
Li bajarê Martîgûes ê Fransayê, Kurdistaniyan ji bo azadiya Ocalan dest bi meşeke dirêj kirin.
Li bajarê Martîgûes ê Fransayê, Kurdistaniyan ji bo azadiya Ocalan dest bi meşeke dirêj kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Martîgûes ê Fransayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşeke dirêj a ber bi Marsîlyayê ve kirin. Meş wê 3 rojan dewam bike.
Kurdistaniyên li ber avahiya Şaredariya Martîgûesê li hev civiyan, bi rayedarên şaredariyê re rûniştin û li ser armanca çalakiyê dosyayeke radestî rayedaran kirin. Zêdeyî 150 çalakger bi dirûşma "Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê" meşa xwe didomînin. Îro wê mêşa çalakgeran heta navçeya Gîgnacê dewam bike.