Kurdistaniyên li Stockholmê ji bo azadiya 'Ocalan' meşiyan

Kurdistaniyên li Stockholmê xwedî li banga KCK'ê derketin û li paytexta Swêdê Stockholmê meşiyan.

Beriya bi çend rojan Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi dirûşmeya, '''Ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re Bes e; Dema Pêkanîna Azadiyê Ye' ' pêngavek dabû destpêkirin. Kurdistaniyên ku li paytexta Swêdê Stockholmê dijîn xwedî li vê bangê derketin û li parka Norra Bantorgetê, saet 14.00'an dest bi meşê kirin , li gel barana zêde jî heta bi Parka Berzelîî meşiyan.

Kurdistaniyan dema meşê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan dirûşmeyên, ''Bijî Serok Apo'', ''Ji tecrîdê re na'', ''Jin jiyan azadî'' gotin û her wiha belavokên bi nivîsa dijî tecrîdê belav kirin.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Li mîtîngê Hevseroka KNK'ê Zeynep Murad axivî.

Murad bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got tecrîda li ser Ocalan çi qasî giran dibe, êrîşên dagirker ên li ser hemû parçeyên Kurdistanê jî girantir dibin.

Murad bi berdewamî got, ''Em hemû pê dizanin heta ku tecrîda li ser Serok Apo neşike û azad nebe, kiryarên faşîst ên Erdogan û hevalbendên wî wê bidomin. Azadiya Rêber Apo her wiha azadiya gelên herêmê ye jî. Berppirsyariya her kesî ye ku weke erkeke netewî nêzîkatî li banga KCK'ê bike bibe, ku ev pêngava azadiya Rêber Apo ye.''

Çalakiya Kurdistaniyan saet 15.00'an bi dirûşmeyên ''Bijî Serok Apo'', ''Ji tecrîdê re na'' bi dawî bû.