Kurdistanî: Erka NY ne valakirina Efrînê ye
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, dewleta Tirk ya ku beriya 46 rojan dest bi tevgera dagirkeriyê kirî û li Efrînê sûcê dij mirovahî û komkujiyên sivîlan dike bi çalakiyan protesto kirin.
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, dewleta Tirk ya ku beriya 46 rojan dest bi tevgera dagirkeriyê kirî û li Efrînê sûcê dij mirovahî û komkujiyên sivîlan dike bi çalakiyan protesto kirin.
Nerazîbûnên Kurdistanî û dostên wan yên li Ewropa dijîn li dijî komkujiyên sivîlan ên dewleta Tirk li Efrînê zêde dibin. Li bajarê Groninngen ê Hollandayê belavokên têkildarî komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînî kirî, hatin belavkirin.
FREIBÛRG
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê dibin pêşengtiya Meclîsa Jinan a Nûda û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Freîbûrgê ji bo protestokrina êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li qada Alte Synogage mîtîngek hate lidarxistin. Girseya gel li qada mîtîngê belaok belavkirin û bê navber dirûşmeyên 'Bijî Berxwedana Efrînê' , 'Firotian çekan ya ji bo Tirkiyeyê bila were sekinandin' û 'Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê ' berz kirin.
BREMEN
Komkujiyên dewleta Tirk ên li Efrînê li bajarê Bremen ê Elmanyayê li ber eyaleta parlamentoyê bi çalakiyekê hate protesto kirin. Kurdistanî û dostên wan bang li YE, NY û NATO'yê kirin ku li gorî hiqûqa xwe tevbigerin û qanûnên xwe pêk bînin. Çalakgeran daxuyaniay berpirsên NY 'Li Efrînê destûr nayê dayîn sivîl derbikevin' şermezar kirin û wiha gotin; "Bila destpêkê biryara agirbesta xwe pêk bînin, erk û berpirsyartiya NY ne valakirina Efrînê ye. Divê destpêkê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bînin û li gorî qanûnên xwe tevbigerin". Çalakî bi banga tevlîbûneke bi hêz ya ji bo çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi dawî bû.
GÎESSEN
Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê jî ji aliyê 'komîteya Efrîn ne bi tenê ye' mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de bi zimanê Elmanî axaftin hate kirin. Di axaftinan de hate gotin komkujiyên li Efrînê tê kirin hikûmeta Elman alîgire û divê NY xwedî li biryara xwe derbikev. Çalakî bi dirûşmeya 'Kujer Erdogan' bi dawî bû.
LONDRA
Li paytexta Îngîltere Londrayê Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina hewldanên dagirkirina Efrînê li pêşiya Sefaretxaneya Rûsyayê li hev civiyan. Çalakî li ser banga Meclîsa Gelê Kurd, dibin pêşengtiya 'Platforma Xwedîderketina li Efrînê' hate lidarxistin û piştgiriya dewleta Rûsya ya ji bo Tirkiyeyê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de bal hate kişandin li ser komkujiyên sivîlan yên li Efrînê û hate gotin ku para Rûsya jî di van komkujiyan de heye. Çalakî bi dirûşmeyên 'TC qetil dike, Rûsya piştgirî dide' , 'Bijî Berxwedana Efrînê' , 'Duh Kobanê, Îro jî Efrîn' û 'TC ji Efrînê derkeve' bi dawî bû.
DOSYA JI BO SEROKWEZIRÊ ÎNGÎLTERE HATE PÊŞKÊŞ KIRIN
Platforma xwedîderketina li Efrînê ya Brîtanya jî îro têkildarî bûyêrên dawî yên li Efrîne name û 3 dosyayên cuda pêşkêşî Serokwezirtiyê kir. Di nameyê de hate gotin ku Erdogan û çeteyên DAIŞ'ê bi pişgtiriya hêzên navnetewî li Efrînê komkujiyan dike. Li aliyê din di nameyê de tê ragihandin ku bi çekên Îngiltere di firoşe Tirkiyeyê zarokên Kurd tên qetilkirin. Di nameya ji aliyê Platforma Xwedîderketina li Efrînê de ev tişt tê gotin; "Ji ber ku li Efrînê di nava aşitiYê de bi nasnameyên cûda, baweriyên cuda û sîstremeke demokratîk heye Erdogan êrîşî Efrînê dike. Eger ev êrîş neyê sekinandin wê komkujiyên mezin çêbibin û di van komkujiyan de para Îngiltereyê ji hebe. Em weke 35 saziyên cûda yên platfroma xwedîderketina li Efrînê radigihînin ku li gel Efrînê ne."
KOPENHAG
Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser Efrînê li paytexta Danîmarka Kopenhagê hate protesto kirin. Kurdistanî û dostên wan bi armanca şermezarkirina komkujiyên sivîlan yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê û piştgirîdayîna berxwedana Efrînê daketin qadn û niha jî li navenda Kopenhagê çalakiyan lidardixin.