Kurdistanî û hêzên demokratîk wê bi çalakiyan bêjin 'Es reicht'

51 saziyên ku li dijî qedexe û astengiyên ku dewleta Elman derdixîne pêşiya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dest bi kampanya 'es reicht' (Êdî bes e) kirin, wê hewl bidin gelê Elman bixin nava liv û tevgerê.

Kampanya 'es reicht' (Êdî bes e) 27'ê Mijdarê roja Duşemê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya li meydana Brandenbûrg Tor ya li paytext Berlînê dest pê kiribû.

Di kampanyayê de ku ji aliyê 51 saziyan ve tê organîzekirin, banga "Em ê bi têkoşîna hevpar, dawî li qedexe û astengiyan bînin" tê kirin. KCDK-E, AveG-KON, TJK-E, ATÎK, NAV-DEM, HDK-E, ADHK, Kesk Çep, MDDK û FEDA pêşengiyê ji vê kampanyayê re dikin.

Di çarçoveya kampanyayê de wê bi rêya xwepêşandanan hewl bê dayin ku bala raya giştî ya Elman bê ser kampanyayê û bi vî rengî zextê li desthilatdariya xwe ya siyasî ya li Berlînê bike. Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji pêkhateyên kampanyayê wergirtiye, armanc ji kampanyayê ew e ku gelê Elman bi xwe ji qedexeyan re bêje 'es reicht' (Êdî bes e).

Li ser vê bingehê wê meş û mîtîngên girseyî, xwepêşandan û panel bên lidarxistin û broşur bên belavkirin. Di van çalakiyan de wê qala mexdûriyeta ji ber qedexeyan rû dane, bê kirin.

ARMANCA DESTPÊKÊ YA KAMPANYAYÊ BERHEVKIRINA 50 HEZAR ÎMZEYAN E

Wê li hemû bajarên Elmanyayê çalakiyên bi şêweya "Nobeda Hişyarkirinê" (Mahnwache) bi rengê çandî û hunerî werin kirin. Bi rêya van çalakiyan wê ji gelê Elman re qala qedexeyan bê kirin û ji bo têkoşîna li dijî van qedexeyan piştgiriya siyasî-hiqûqî bê xwestin.

Di çalakiyên "Nobedên Hişyarkirinê" de wê bi saya qertên îmzeyê, ji bo destekkirina kampanyayê îmze bên komkirin. Amadekarên kampanyayê dixwazin di demeke kin de 50 hezar îmzeyan kom bikin. Eger 50 hezar îmze bên komkirin, Parlamenta Federal neçar e daxwaza wan nîqaş bike.

LI BER KONSOLOSXANEYÊN ELMANYAYÊ WÊ ÇALAKÎ BÊN KIRIN

Di çarçoveya kampanyayê de wê li derveyî Elmanyayê, li welatên Ewropayê jî du hefteyan carekê roja Çarşemê li ber Konsolosxaneyên Elmanyayê bi sembolên qedexekirî çalakî bên lidarxistin. Çalakiya destpêkê jî wê 6'ê Kanûnê pêk were.

Di medya civakî de jî wê kampanya bi rengekî aktîf bê meşandin.

ÇALAKIYÊN KU DEM Û CIHÊ WAN EŞKERE BÛNE

- 2'ê Kanûnê wê Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad bi dirûşma "Duh zû bû, sibe dereng e, îro dema rabûna li ber faşîzmê ye" li Stûttgartê meşekê pêk bîne. Pêkhateyên kampanyayê wê destekê bidin vê meşê.

- Ji 6'ê Kanûnê û pê ve li hemû bajarên Elmanyayê wê bi rêbaza "Nobeda Hişyarkirinê" (Mahnwach) bi rengê çandî û hunerî xwepêşandan bên lidarxistin. Bi şano, pêşangeha wêneyan û karîkaturan wê bal bê kişandin ser têkiliya hikumeta Merkel a bi rejîma Erdogan re.

- 9 Kanûnê wê bi pêşengiya Elmanên dostên gelê Kurd, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş bên organîzekirin.

- Ji kampanya "Na ji kincê yek tîpî re" ya ATÎK û AveG-KON'ê re wê piştgirî were dayin. Di çarçoveya vê kampanyayê de wê 7'ê Kanûnê roja Yekşemê li Dûîsbûrg, London, Zurîch, Hambûrg, Ûlm û Frankfûrtê, 16'ê Kanûnê jî li Viyana, Nurnberg, Hannover, Mulhoûs û Kolnê panel bên lidarxistin.