Kurdistanî li Londonê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, li navenda paytexta Îngilîstan Londonê meşa 'Ji Ocalan re Azadî' hat lidarxistin.

Bi hezaran çalakger li Trafalgar Sqûare ku yek ji meydanên navdar ên Londonê ne, bi şiyara "Ji Ocalan re azadî" li hev civiyan. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û YPG'ê hatin hildan û dirûşmên "Ji Ocalan re azadî", "Bila girtîgeha Îmraliyê were girtin" hatin qîrîn.

ÊDÎ SEBRA ME NEMA YE

Di axaftinên li meydana Trafalgarê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hat xwestin, qedexeya hevdîtinê ya zêdeyî sal û nîvek e dewam dike, derhal bê rakirin û destûr bê dayîn malbat û parêzer hevdîtinê bikin. Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyuayê daxuyanî hat dayîn û hat destnîşankirin, ku êdî sebra gelê Kurd nema ye. Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn û hat gotin, eger dewleta Tirk guhê xwe bi vî rengî li qîrîna me bigire, wê encamên gelekî giran rû bidin ku telafîkirina wan nepêkan e.

TECRÎD REWŞEKE LI DERVEYÎ MIROVAHIYÊ YE

Ji parêzvanên mafên mirovan û papaz Joe Ryan jî li qada çalakiyê axivî û got, "Beriya niha bi demekê, tevî şandeyekê me xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Lê belê dewleta Tirk ev daxwaza me red kir. Xebat û çalakiyên me yên di vî warî de wê bidomin. Tecrîda giran a li ser Ocalan rewşeke li dijî mirovahiyê ye û ne tiştekî were qebûlkirin e. Weke papazekî dêra Katolîk, parêzvanekî mafên mirovan û weke Îrlandayiyekî ji heman pêvajoyê derbas bûye, ez ê her tim piştgiriyê bidim gelê Kurd. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, em ê çalakiyên xwe bidomînin."

DIVÊ DEWLETA BRÎTANYAYÊ DAXWAZÊN GELÊ KURD BIBIHÎZE

Ji sendîkaya Unite the Union, ku mezintirîn sendîkaya Brîtanyayê ye û beriya niha bi demekê kampanya "Ji Ocalan re azadî" da destpêkirin Steve Tûrner, bal kişand ser girîngiya azadiya Ocalan. Tûrner bang li dewleta Tirk kir, ku derhal dawî li êrîşên xwe yên li hemberî gelê Kurd bîne û bi gotina "Ji Ocalan re azadî" axaftina xwe qedand.

Piştî mîtîngeke kurt a li meydana Trafalgarê girseya gel dest bi meşê kir. Ji ber ku tav hebû û roja Yekşemê bû, navenda sûkê qelebalix bû. Lewma çalakgeran gelek belavok belav kirin. Piştî ku girseya gel gihaşt ber avahiya BBC, li ser navê çalakgeran Mark Campbell û Ercan Akbal axivîn. Li dû axaftinan çalakî qediya.

HEWLDANA FAŞÎST A POLÎS

Di dema meşê de polîsekî işareta şîdetê li çalakgerek jin kir û ev yek bû sedema rûdana aloziyê. Çalakgera wezîfedar, ku li pêşiya girseyê dimeşiya, polîs bi tundî bi milê wê ve gir û ew dehf da qiraxa rê. Çalakgeran jî nerazîbûneke tund nîşanî vê helwesta polîs da. Li ser nerazîbûna girseyê, polîsê navborî got, 'ev der welatê min e, hûn nikarin ji min re bêjin çi şaş e, çi rast e'. Ev gotinên nîjadperestî yê polîs, nerazîbûna girseya gel zêdetir kir. Piştî ku çalakî qediya, polîsên din ên li wê derê, li ser vê rewşê raporek amade kirin.

...