Kurdistan xwe ji bo merasima cenazeyan amade dike!

Kurdistan xwe ji bo merasima cenazeyan amade dike!

Ji bo pêşwazîkirin û tevlêbûna merasima cenazeyên 3 jinên siyasetmedar ên kurd li 12 navendan daxuyanî hatin dayîn û banga tevlêbûna merasima cenazeyan hatin kirin. Li Edene, Mêrsîn, Dêrsim, Enqere, Sêrt, Xerpêt, Wan, Hezex, Karaz, Kerboran, Êlih û mêrdînê bi hezaran kes daketin kolanan û banga tevlêbûna merasimê kirin.

Li Êlihê endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratik (DOKH), meş li dar xist. Meşê li ber şaredariyê dest pê kir. Di meşê de Parlementera BDP’ê ya Êlihe Ayla Akat, endamê Meclîsa BDP Nezîr Gulcan, Şaredarê Hezoyê rêxistinên navçe û bajarokan ên BDP, endamên Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, saziyên jinan û bi hezaran kes amade bûn. Li vir meş hate depstpêkirin û meşê de pankarta “Em qetilkirina siysetmedarên jin ên kurd şermezar dikin” û dowîzên her sê siysetmedaran hatin hildan.

Li ser girsê Parlementer Ayla Akat daxuyanî da. Akat, helwesta destûr ne dayîna meşê rexne kir û bi bîr xist ku li Êlihê operasyonên mezin pêk hatine di vê encamê de û di operasyona dawî de ji bilî du hevalên wan hemû kes girtine. Akat, bal kişand ser hevdîtinên li Îmraliyê û got ew bi pêvajoyek girîng ketine sala 2013’an. Akat, destnîşan kir ku dixwazin bi provakasyonan vê pêvajoyê têk bibin û qetliyama Parîsê şermezar kir. Akat, da zanîn li Îmraliyê dema hevdîtinên bi Rêberê PKK Abdulah Ocanal re hevdîtin pêk anîne Ocalan slavê xwe ji hemû jinan re şandiye. Akat, bang kir ku sibê hemû kes û Êlihê bi beşdariyek xurt tevlî merasîma cenazeyên her sê jinen kurd a li Amedê bibin.

Ji bo tevlêbûna pêşwazîkirin û merasima cenazeyên Sazumankara PKK'ê Sakine Cansiz, Nûnera KNK'ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li 12 bajaran çalakî hatin lidarxistin û banga pêşwazikirê hat kirin. Bi 10 hezaran nûnerên Saziyên sivîl, nûnerên rêxistinên demokratîk, rêxistinên wekî HDK, BDP, SYK, Partiya Pêşeroj û Keskan Kaldiraç, ESP, Partizan, SDP, ODP, TKP, DÎSK Genel Îş, BES, Hewldana 68'an, ÎHD, YAKAY-DER, KURDÎ-DER, ÎŞTAR, Malagel, Meclîsa Aştiya Tirkiyeyê Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê DOKH, Platforma KESK'ê Komeleya 78'an, NÇM, Goç-Der, Nar-Der TUYAD-DER, MEYADER'ê tev li çalakiyan bûn.

Bi hezaran kesên li 12 navendan kom bûn bi daxuyanî û xwepêşandanan qetilkirina 3 jinên kurd şermezar kirin û banga tevlêbûna merasê kirin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî û demokratik û Li Edeneyê li Parka Înonu ya Edeneyê, li Mêrsînê li Cemîyeta Rojnamegerên ya Mêrsînê, li Enqere li Parka Çankaya Kugulu ya Enqereyê, li Dêrsimê li ber Bustê Seyit Riza ya Dêrsimê, li Sêrtê li avahiya BDP'ê ya Sêrtê, li Xerpêtê li ber avahiya BDP'ê ya Xerpêtê, li Wanê li Parka Feqiyê Teyran a Wanê, li Hezexê li taxa Turgut Ozal heta Parka Aştiyê, li Karazê li ber avahiya BDP'ê ya Karazê, li Kerborê ji ber avahiya BP'ê heta Qada Miradê Kinê, li Mêrdînê, li ber avahiya BDP'ê ya Mêrdinê, kom bûn, daxuyani dan û meş li darxistin.

Di daxuyanî û meşan de bê navber sloganên wekî "Şehîd namirin", "Jin jiyan azadî", "Bê serok jiyan na be", "PKK gel e, gel li vir e" "Destê dirêjî jinê dibin bişkên" "Ey şehit xwuna tê erdi namine", "Jin jiyan azadi" "Reya çareseriye reber Apo" "Şehid namirin", "Jin jiyan azadi" berz kirin.