Kurdistan wê bi Ocalan azad bibe
Endamê Meclîsa Ermenîstanê yê Kurd Hasanov got, ‘Serok Ocalan Kurdistan e’ û bang li hemû Kurdan kir ku tevbigerin. Hasanov got, ‘Kurdistan wê azad bibe.’’
Endamê Meclîsa Ermenîstanê yê Kurd Hasanov got, ‘Serok Ocalan Kurdistan e’ û bang li hemû Kurdan kir ku tevbigerin. Hasanov got, ‘Kurdistan wê azad bibe.’’
Nîsana bihurî li ser navê Kurdan Kînyas Hasanov di hilbijartina giştî ya Ermenîstanê de çû parlamentoyê. Bi sifetê ku di meclîsê de yê herî kal e dema vebûna meclîsê destpêkê ew axivî û bo demekê li kursiyê Seroktiyê yê Meclîsê axivî. Hasanov ku di dema Sowyetan de rêveberî dikir ji 1990’î ve ji bo mafê demokratîk ên Kurdên li welêt têdikoşe. Hasanov li gel wekîltiyê serokê rêxistina sereke ya hemû saziyên Kurd ên li welêt e.
‘LI TIRKIYÊ TIŞTA KU JI BO 20 MILYON KURD QEDEXE YE LI ERMENÎSTANÊ JI BO 50 HEZAR KURD SERBEST E’
Hasanov diyar kir ku ji ber ku ew li ser navê Kurdan hatiye hilbijartin û çûye meclîsê kêfxweş e û got fersenda wan çêbû ku digelek hêlan de ew arîşeyên Kurdan bixin rojev.
Hasanov diyar kir ku li Ermenîstanê hemû kêmar xwedî heqê xwe ne, heqê wan têne naskirin û ji perwerdehiya zimanê dayikê bigirin ta bi gelek tiştan bi desteka dewletê bi cih tînin.
Hasanov got ne bi dilê dewleta Tirk bû ku ew bi Kurdbûna xwe kete meclîsê û got, wekîlê ku 50 hezar Kurdên Ermenîstanê ew hilbijartiye Seroktiya Meclîsê dike û li hêla dî jî li Tirkiyê ku 20 milyon Kurdên ku welatiyên Tirkiyê ne, wekîl, şaredar, siyasetmedarên Kurd têne girtin.
Hasanov rewşa Tirkiyê û Ermenîstanê wiha da ber hev: ‘’Li Ermenîstanê mafê sereke yê 50 hezar Kurdî tê nasîn lê dewleta Tirk kar û barê xwe kiriye qelandina Kurdan, hebûna wan nas nake, bajarên Kurdan hildiweşîne, dişewitîne û komkujiyan dike. Hikûmeta Tirk êrîşê tenê nabe ser Kurdan, dibe ser hemû cihêrengiyên li welêt. Êrîşê dibe ser nûçegihan, medyayê, akademîsyen û hemû kesên ku muxalefetê dikin.
Tirkiye ji demokrasî û mafê mirovan a Ermenîstanê divê hînî gelek tiştan bibe. Li gorî destûra Tirk her kes Tirk e; li ser yek dewlet, yek ziman, yek al, ava bûye, bi vê rêbazê jixwe ev 100 sal in nêzî 20 milyon Kurd têne înkarkirin. Ziman, çanda vê civakê tê qedexekirin. Tirkiye vê dike, lê Ermenîstan ji roja ku serxwebûna xwe ragihandiye heta niha hemû mafên Kurdan ên nasnameyê nas kir. Tişta ku Tirkiye li Kurdan qedexe kiriye li Ermenîstanê ji bo 50 hezar Kurd serbest e. ‘’
‘DIVÊ ŞENGAL XWE BI RÊ VE BIBE’
Hasanov li ser Şengalê jî boçûnên xwe wiha got: ‘’Her demê min gotiye divê li Şengalê rêveberiyeke xweser hebe. Divê Şengal xwe biparêze û xwe bi rê ve bibe. Divê xebatên xwe û kar û barên xwe bikin. Li herêmê xwedî gotin çi hikûmeta Iraqê be ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê, divê gelê Şengalê xwe bi rê ve bibe.
Hasanov got rêveberiya PDK’ê heta niha tiştek ji bo Şengalê nekiriye lê dîsa jî divê bi rêveberiya PDK’ê re danûstandin hebin û divê rêveberiya PDK’ê statûya xweser a Şengalê nas bike û bi destûrê vê mîsoger bike.
‘KURDISTAN WÊ BI KURDAN AVA BIBE’
Hasanov li ser Kongra Netewî wiha axivî: ‘’Divê her kes baş zanibe, Kurdistan wê bi Kurdan ava bibe û ji bo vê jî yekîtî şert e. Divê em her tiştî li hêlekê deynin û Kongra Netewî ava bikin.
Bi taybetî hikûmeta Barzanî divê bizanibe; bêyî Kurdan Kurdistan nabe; bê Bakur Başûr nabe, bêyî Rojava Rojhilat nave. Heke yekîtî hebe Kurdistan wê azad bibe.’’
‘SEROK OCALAN KURDISTAN E’
Hasanov herî dawî li ser rewşa Rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan wiha got: ‘’Serok Ocalan Kurdistan e. Ocalan bêyî ku dewlet û hikûmeteke xwe hebe dikare hemû Kurdan rake ser piyan û wan bîne cem hev. Tirkiye jî ji vê ditirse. Kurdan pir ferman dîtin lê her ji bo azadiya xwe şer kir. Hêza ku ev afirandî û moral îdeolojiya Serok Apo ye.
Ji bo ku ji îdeolojiya Ocalan ditirsin bi salan e tecrîdê li ser dikin. Serok Apo li gel ku tecrîd li ser heye jî her demê dikare Kurdan bi pêş ve bibe. Gelê me ji bo ku vê tecrîdê bişkîne û Serok Apo azad bike divê rabe ser piyan. Kurdistan wê bi Ocalan azad bibe.’’