Kurdên Rûsyayê xwedî li Kurdên Şengal û Rojava derketin
Saziyên Kurdan ên li Rûsyayê êrîşên dewleta Tirk ên li Şengalê û Rojava şermezar kirin.
Saziyên Kurdan ên li Rûsyayê êrîşên dewleta Tirk ên li Şengalê û Rojava şermezar kirin.
Yekîtiya Saziyên Sosyal ên Kurd a Navnetewî, Otonomiya Federal a Çandî ya Netewî ya Kurdên Rûsya û Tevgera Jina Kurd a Rûsyayê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û Rojava şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ev êrîşên bi vî rengî sûdê didin terora DAIŞ’ê, kaosê kûr dikin û wekî dî jî xizmetê ji tiştekî dî re nakin.
‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ ÊRÎŞA ALÇAXÎ HELWESTA XWE NÎŞAN BIDE’
Di daxuyaniyê hevpar de bal hate kişandin ser têkoşîna hêzên Kurd ên li hemû eniyan li dijî DAIŞ’ê Ya piştî azadkirina Kobanê û hate gotin dewleta Tirk di her fersendê de bêhntengiya xwe ya ji serkeftina hêzên Kurd nîşan daye.
Her wiha hate gotin êrîşên 25’ê Nîsanê yên bi ser Şengalê û Rojava de pêşmadekariyên dagirkirinê ne, beriya niha jî 3’yê Adarê bi pêşengiya Tirkiyê çeteyên girêdayî PDK’ê-Tirkiyê hewl dane ku provakasyonan pêk bînin lê hêzên YBŞ-YJŞ’ê provaksyon pûç kirine.
Bi berdewamî hate gotin ji mêj ve ye ku dewleta Tirk a dagirker êrîş dibe ser kantona Efrînê ya Rojava û hate xwestin ku hêzên Koalîsyonê yên ku bi Kurdan re bi koorîne dixebitin dengê xwe li Tirkiyê bikin, van êrîşan qebûl nekin û bi tundî şermezar bikin da ku careke dî êrîşên wiha dubare nebin.
Di daxuyaniya hevpar de hate gotin li dijî terora DAIŞ’ê hêzên Kurd têkoşîneke hîkar kirine, li hemû dinyayê ev bûye cihê şanaziyê û hate xwestin ku her kes li dijî vê êrîşa alçaxî bibe xwedî helwesteke zelal û hate gotin: ‘’Di serî de hêzên navdewletî divê hemû hêzên alîgirê aştiya herêmê divê li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin. Rûsya jî ji bo ku dewleta Tirk dev ji înkarkirina Kurdan biqere peywira xwe bi cih bîne. Em Kurdên Rûsyayê bawer dikin ku Rûsya li dijî van êrîşên dijî mirovahiyê wê berpirsyariya xwe bi cih bîne.’’