Kurdên Rûsya: Wê ev komplo jî bi ser nekeve

Desteya Rêvebir a Otonomiya Federal a Netewî û Çandî ya Kurdên Rûsyayê biryara DYA ya xelatkirina kesên ku agahiyan li ser cih û warê rêvebirên PKK’ê bîne, bi tundî şermezar kir û wek domandina komploya li dijî gelê Kurdû hemû gelên Kurdistanê nirxand.

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, biryara xelatkirinê ya DYA ya li ser rêveberên PKK’ê bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser van xisûsan:

BIRYAR KONSEPTEKE NAVNETEWÎ YE

 “Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ku qala pêşengiya dadmendî û demokrasiyê li cîhanê dikin û xwe wek serwêrên sereke didin nîşandan, niha li ser wê rêyê ne ku careke din sûceke mirovahiyê li dijî gelê Kurdpêk bînin. Eşkere ye ku ev biryar heman wek biryara girtina Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan di sala 1999’an de, biryareke navnetewî ye û di çarçoveya konsepta tinekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê de hatiye girtin”.

ARMANC PIŞGIRÎDAYÎNA ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA NE

Girtina vê biryarê û daxwaza dewleta Tirk a êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê ne teseduf e. Ji bo pêkanîna vê operasyonê pêdivî bi avakirina bingehekê heye, ango sarkirina peywendiyan di navbera artêşa DYA û hêzên YPG/YPJ û QSD de ku ev çend sal in pêşdikevin. Eşkere ye ku Desteya Lêkolînan a Navendî ya Emerîkayê ya ku tevî îstîxbarata dewletên din di girtina birêz Abdullah Ocalan de cih girt û piştgiriya komên çete û DAÎŞ’ê dikir, ji ber têkçûna planên xwe dixwaze tolê ji gelê Kurdû rêvebirên wê hilde

Bûyera têkbirina DAÎŞ’ê, ku rol û mîsyoneke mezin li Rojhilata Navîn ji bo wî hatibû veqetandin, bûyereke ne ji rêzê bû. Lê belê ew plana navnetewî têk çû. Yên ku bûn sedema têkçûna wê plana ku hijmareke mezin a îstîxbarata dewletan li ser dixebitîn ew rêvebirên PKK’ê ku îro wek hedef hatine nîşankirin e.”

HER HÊZ DIXWAZE BIBE XWEDIYÊ KURDISTANÊ

Her hêz dixwaze bibe xwedanê Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Kurdistanê, lê PKK’ê ya ku doza azadiya gelê Kurdû Kurdistanê dimeşîne ji bo wan hêzên ku veguhertina herêmê li gor berjewendiyên xwe dikin hedef, dibe asteng; an na tev jî hayedar in ku li hember gelê Kurdû Kurdistanê bi dehê salan e sûceke mirovahiyê ya ji komkujiya fîzîkî ya gelê Cihû dijwartir tê pêkanîn. Lê belê daxwaza serwêriyê ji astengkirina trajediya gelekî qat bi qat zêdetir e.

YEKAN E RÊ TÊKBIRINA HÊZÊN KOMPLOGER IN

Bi dawîkirina vê neheqiya li dijî gelê Kurdû Kurdistanê di destê gelê Kurdû dostên wê de ye. Herî kêm du caran gelê Kurdû PKK’ê lîstoka komplogeran vala derxistin; carek piştî girtina birêz Abdullah Ocalan, carekê jî bi têkbirina DAÎŞ’ê û hevalbendên wê ye. Hêza gelê Kurdne biçûk e, lewra valaderxistina hewldanên tunekirina gelê Kurdû redkirina rastiya Kurdistanê peywira her Kurdû Kurdistaniyekê ye. Lewre heta ku komploger dev ji kiryarên xwe berdin û li neheqiya xwe mikur werin em ê tim têbikoşin.

Îro rastiyeke din heye û divê cîhan vê rastiyê baş bibîne: Gelê Kurdne bêxwedî ye. Her Kurdek çi li çar aliyên Kurdistanê, li Rûsya, Brîtanya, Elmanya, Fransa, Skandînavya, Amerîka, Awstralya, Rojhilata Navîn, Afrîka û deverên din ên dinyayê be xwedî li hev derdikevin.

Gelê Kurdwê bi helwest û vîna xwe ya têkoşer dawiya hemû hêzên komploger û yên dixwazin wan tine bike bîne. Ji ber ku yekan e rê ya li pêşî ev e.”

ADÎGEY

Yek ji çalakiyên din ên protestoyê jî ji aliyê Kurdên li Komara Adîgey a Rûsyayê ve hate kirin. Li ser navê Kurdên li Adîgeyê dijîn endamê KNK’ê Feyzoyê Huseyîn û Hevseroka Otonomiya Kurd Sînem Broyeva daxuyanî dan.

Endamê KNK’ê Feyzoyê Huseyîn anî ziman ku Kurdên li Adîgey û Rûsyayê dijîn komploya navdewletî û hêzên ku cih di komployê de girtine bi tundî şermezar kirine û çawa ku komplo hate valaderxistin wê ev komplo jî bê valaderxistin.