Kurdên li Viyana êrîşên çeteyan şermezar kirin

Kurdên li Viyana êrîşên çeteyan şermezar kirin

Kurdistaniyên li paytexta Avusturya Viyana bi armanca şermezarkirina êrîşên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/ Eniya El-Nusra yên li dijî Rojavayê Kurdistanê rêzeçalakî li dar xistin, çalakiyên Kurdistaniyan rastî êrîşa nîjadperestên Tirk hat.

Kurdistaniyên li paytexta Avusturya Viyana bi armanca şermezarkirina êrîşên komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/ Eniya El-Nusra yên li dijî Rojavayê Kurdistanê rêzeçalakî li dar xistin. Ji bo rêzeçalakiyên ku tê payin hefteyekê dewam bikin li qada sereke ya bajêr kon hatin vergirtin, yek ji konên çalakiyê rastî êrîşa nîjadperestên Tirk hat.

Bi dehan welatiyên Kurd û yên xerîb serdana konên çalakiyan dikin û êrîşên komên çete şermezar dikin.