Kurdên li Toronto li ber Konsolosxaneya Tirk dicivin

Kurdên li Toronto li ber Konsolosxaneya Tirk dicivin

Kurdistaniyên li bajarê Toronto îro ji bo şermezarkirina hevkariya hikûmeta AKP’ê ya bi çeteyên DAIŞ re û êrîşên li hember Kobanê li ber Konsolosxaneya Tirk dicivin.

Kurdên li bajarê Toronto yê Kanada ku bi rojane ji bo Kobanê li ser piyane, îro li gor saeta herêmî saet 12.00’an bi armanca şermezarkirina hevkariya hikûmeta AKP’ê ya bi çeteyên DAIŞ re û êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê dicivin.

Çalakî ji aliyê Komeleya Çandê ya Kurd a Toronto ve tê organîzekirin.

Li gel wê sibe jî bi heman armancê li ber Konsolosxaneya DYA ya Toronto saet 14.00’an çalakiyek bi organîzasyona sazî û dezgehên Kurd ên Toronto bê lidarxistin.