Kurdên li Toronto, dewleta Tirk şermerzar kirin
Bomberdûmana balafirên şer ên Tirk li kampa Mexmûr û Şengalê, ji aliyê Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê hate şermezarkirin.
Bomberdûmana balafirên şer ên Tirk li kampa Mexmûr û Şengalê, ji aliyê Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê hate şermezarkirin.
Rejîma Tirk êvara Pêncşemê bi balafirên şer êrîş bir ser Mexmûr û Şengalê. Li Mexmûrê 4 sivîl şehîd bûn.
Kurdên li Torontoyê, piştî ku bi vê êrîşê hesiyan daketin qadan û dewleta Tirk şermezar kirin.
Çalakiya şermezarkirinê li Dûndas Sqûare ya li navenda bajêr pêk hat.