Kurdên li Sydneyê tevî dostên xwe ji bo Rojava li hev kom bûn

Kurdên li Sydneyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk tevî dostên xwe çalakiyeke şermezarkirinê pêk anîn.

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Kurdistanî tevî dostên xwe ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li hev kom bûn.

Çalakî li meydana Town Hallê pêk hat û ji lîderên gelê xwecihî yê Awûstralyayê Aborîgînal Uncle Brûs li qada çalakiyê axivî. Brûs got, "Gelê Kurd ji bo azadiya xwe heta niha gelek berdêlên mezin da û xwe gihand vê astê. Dinya minetdarê gelê Kurde."

Parlamentera Partiya Keskan Jamîe Parker jî êrîşên dagirkeriyê şermezar kir û got, "Dewleta Tirk dixwaze paqijiya etnîkî bike. Bila tavilê ji Rojava vekişe. Divê Awûstralya Sefîrê Bilind ê li Enqereyê vekişîne, têkiliyên siyasî û aborî yên bi dewleta Tirk re rawestîne."

Bîll Crew jî got, "Dikarin avahiyan hilweşînin lê belê hêviya me nikarin hilweşînin" û diyar kir ku ew ji bo gelê Kurd dia dikin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Awûstralyayê Îsmet Taştan jî got, "Mirovên bi rûmet divê li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemînin." Taştan ji bo yekîtiya neteweyî bang kir.