Kurdên li Şamê komplo şermezar kirin
Bi sedan ji Kurdên li taxa Zorava ya paytexta Sûriye Şamê dijîn, li dijî komploya 15‘ê Sibatê meşiyan.
Bi sedan ji Kurdên li taxa Zorava ya paytexta Sûriye Şamê dijîn, li dijî komploya 15‘ê Sibatê meşiyan.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li taxa Zorava ya Paytexta Sûriyê Şamê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşek lidar xist. Welatiyên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hildan û bê navber diruşmên dilsoziya bi Ocalan re qîriyan, ji wir berê xwe dan bazara sereke ya taxê. Dikandaran dikanên xwe giritin û tevlî meşê bûn.
Li ser navê TEV-DEMʹê Mihemed Îbiş axivî û destnîşan kir, ku azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e. Îbiş tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar kir. Îbiş, di dewamiya axaftina xwe de kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurdistanê şermezar kir û da zanîn ku gelê Kurd bi tekoşîna xwe û bi ramanên Ocalan pêşî li komployê girtiye.
Piştî axaftin bi dawî bû, Kurdên Şamê û dostên wan bi diruşmeyan dawî li meşa xwe anîn.