Kurdên li Rûsyayê cejna Vejînê pîroz kirin
Kurdên li navçeya Novoaleksandrovsk a herêma Stavrapol û Komara Adigeyê yên Rûsyayê 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin.
Kurdên li navçeya Novoaleksandrovsk a herêma Stavrapol û Komara Adigeyê yên Rûsyayê 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin.
Pîrozbahiyên salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê dewam dikin. Kurdên li Komara Adigeyê ya Rûsyayê bi vê armancê li gundê Sadovoe yê navçeya Krasnogvardeîskoeyê li mala çandê li hev civiyan û Cejna Vejînê pîroz kirin. Hunermend Hozan Kawa, Roj Azad, Sînan Ozbay, Berfîn Mamedova û Ahmed Ahmedov tevlî pîrozbahiyê bûn.
Endamê KCK'ê Adil Cotkar, endamê KNK'ê Feyzoyê Huseyîn û bi navê tevgera jinê Hevseroka Meclîsê Sînem Broyeva li pîrozbahiyê axivîn. Cotkar diyar kir ku ji bo gelê Kurd îro rojeke taybet e, roja vejînê ye. Endamê KNK'ê Huseyîn jî cejn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîla û gelê Kurd pîroz kir.
NOVOALEKSANDROVSKÎ
Herêmek din a pîrozbahiyê, navçeya Novoaleksandrovskî ya herêma Starapolê bû. Alîkarê şaredarê navçeyê Gorovenko Lyûdmîla Nîkolayevna û nûnerên hindikahiyan jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Endamê KCK'ê Adil Cotkar diyar kir ku fîşeka destpêkê ya fermandar Egîd teqand cesaret û bawerî daye Kurdan û bi saya vê yekê têkoşîna çekdarî dest pê kiriye.
Alîkarê şaredar Nîkolayevna jî destnîşan kir ku yekîtiya gelekî tiştekî gelekî xweş e û serketin ji gelê Kurd re xwest. Di pîrozbahiyê de hunermend Hozan Kawa, Sînan Ozbay, Roj Azad û Berfîn Mamedova derketin ser dikê.