Kurdên li Reqayê xwe diparêzin
Kurdên li Reqayê xwe diparêzin
Kurdên li Reqayê xwe diparêzin
Kurdên li Bajarê Reqa yê Sûriyê bendên kontrolê li derdora taxên xwe datînin û mal û milkên xwe ji diz û talangeran diparêzin.
Piştî ku Artêşa Azad îlan kir ku wan bajarê Reqayê bi temamî ji destê hêzên rejîmê derxistiye, li bajêr bûyerên dizî û talanê zêde bûn. Kurdên li Reqayê jî li hemberî vê yekê dest bi parastina taxên xwe kirn û bendên kontrolê li derdora taxan danîn. Her wiha kurdan Saziya Satkop û Saziya Îsthilakî yên li taxên kurdan jî diparêzin.
Di 4'ê Adarê de Artêşa Azad êrîşî bajarê Reqayê kiribû, di encamê de pevçûnên dijwar rûdabûn. Pevçûnên herî dijwar jî li derdora navenda Ewlekariya Leşkerî ku ji aliyê çekdarên Artêşa Azad ve 2 rojan hatibû dorpêç kirin qewimî bûn. Di encamê 80 leşkerên li vê navendê de bûn teslîm bibûn.
Balafirên Rêjîma Sûriyê jî gelek taxên bajêr bomberan kiribûn û bomberana herî dijwar jî li herêmên navenda Ewlekariya Rêjîmê û Ewlekariya Siyasî çêbibûn. Di dema ketina Artêşa Azad a bajêr de şêniyên bajar malên xwe terk kirin.
Li aliyê din hate ragihandin ku li derveyî bajêr, li cihê Firqeya 17'an a Artêşa Sûriyê, di navbera Artêşa Azad û hêzên rejîmê de pevçûn didomin.