Kurdên li Frankfûrtê: Heta agahî ji Ocalan bê em ê li qadan bin
Li Frankfûrtê, ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Li Frankfûrtê, ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Çalakî ji aliyê NCDK ên Frankfûrt, Hanaû, Offenbach û Meclîsên Jinan ve hate organîzekirin û bi dehan kes tevlî bûn.
Çalakiyê saet di 18:00 de li ber HBF a Frankfûrtê dest pê kir û girseya gel pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" vekir, posterên Ocalan hilda û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" qîriya.
Çalakgeran gotin, "Heta ku em agahiyê ji Serokê xwe bigirin, em ê timî li qadan bin" û bang li Kurdistaniyan kirin, ku bi erk û berpirsyarî tevbigerin.