Kurdên li Eyleta Sachsenê ji bo Ocalan daketin qadan

Kurdisaniyên li bajarên Halle Salle, Magdebûrg, Dresden ên Eyaleta Sachesen ên Elmayayê, ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropa dijîn ên ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin dewam dike.

Çalakiyên Kurdistaniyên li Eyaleta Sachsen a Elmanyayê dijîn, dewam dike.

Kurdistaniyên li bajarên Halle Salle, Magdebûrg, Dresden îro jî li qadanan bûn.

Di çalakiyên hatin kirin de dirûşmên ‘Ji Ocalan Re Azadî’ hatin qîrkirin û pankart hatin vekirin. Belavokên balê dikişînin ser rewşa Ocalan hatin belavkirin.

Li Magdebûrgê jî hefteyekê konê agahdarkirinê wê were vekirin û wê roja Şemiyê jî meşek girseyî bê lidarxistin.

Wê li Dresdenê jî çalakiya kon bê vekirin.

Li bajarê Halle Selle polîsên Elman êrîşî çalakiyê kirin.

Wê dawiya hefteyê li Halle Selle meşek girseyî bê lidarxistin.