Kurdên li Ewropayê terora dewleta Tirk şermezar kirin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, êrîşên dagirkeriyê û terora dewleta Tirk a li Efrînê bi çalakiyan şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, êrîşên dagirkeriyê û terora dewleta Tirk a li Efrînê bi çalakiyan şermezar kirin.

STUTTGART: Li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê, çalakiyên ji bo xwedîderketina li Efrînê ku ji 20'ê Çileyê ve bê navber tên lidarxistin dwam dikin. Duh jî bi hezaran kez li Konîgstrasseyê li hev civiyan û mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de belavokên rêxistinên Yenî Kadin û NAV-DEM'ê hatin xwendin. Nûnerê MLPD Stuttgartê jî axivî û bazirganiya çekan û têkiliya hikumeta Elman a bi rejîma Erdogan re rexne kir.

HAMBURG: Bi heman armancê li bajarê Hamburg ê Elmanyayê çalakî hate lidarxistin. Ji Komîteya Piştgiriya bi Efrînê re Serhat Çetînkaya li çalakiyê axivî û got, bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşberî komkujiyên tên kirin, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn.

MANNHEIM: Kurdistaniyên li bajarê Mannheim ê Elmanya dijîn li ber Haûptbahnhofê çalakiyek li dar xistin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Mannheîmê Cano Yildiz li qada çalakiyê bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî û got, "Ji rayedarên Ewropî re dipirsim. Gelo pitika sê mehî ya li Efrînê hate kuştin eger pitika we bûya, we yê çi bikira?"

BERLIN: Li paytexta Elmanya Berlînê, duh berêvarê li Brandenburger Tor li hev civiyan. Çalakgeran bang li hemû dewletên endamê Neteweyên Yekbûyî bi taybetî bang li Elmanyayê kirin ku li ber vî sûcê li dijî mirovahiyê rabin. Girseya gel piştre li ber Sefaretxaneya Bilind a DYA mîtîng li dar xist û ji wir jî ber bi Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê meşiya.

GOTEBORG: Li bajarê Goteborg ê Swêdê, bi armanca şermezarkirina hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê dike, Kurdistaniyan li navenda bajêr çalakiya flash mob li dar xistin. Di çalakiyê de zarokekî û sê jinan kincê bi rengê sor boyaxkirî li xwe kirin û bi vî rengî bal kişandin ser sivîlên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê tên kuştin. Çalakiyê bala mirovên li derdorê kişand.

BASEL: Li bajarê Basel ê Swîsreyê, Kurdistanî tevî dostên xwe li Barfusserplatzê li hev civiyan û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Dewleta Tirk dagirker e", "Erdogan kujer e" hatin qîrîn. Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî jî bi tundî hate şermezarkirin.

BERN: Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Swîsre Bernê dijîn li Bahnhofplatzê li hev civiyan, dowîzên ji wêneyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin hildan û bi qîrîna dirûşman, dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin.

ZURICH: Bi heman armancê gelek kes li Bahnhofstrasse ya li bajarê Zurich ê Swîsreyê li hev kom bûn, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin û ji hêzên navneteweyî xwestin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

LUZERN: Li bajarê Luzern ê Swîsreyê, bi pêşengiya Platforma Berxwedana Efrînê ya Luzernê Kurdistanî tevî dostên xwe li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de wêneyên komkujiyên bi destê dewleta Tirk li Efrînê hatine kirin hatin hildan.

ARHUS: Kurdistaniyên li bajarê Arhus ê Danîmarkayê dijîn, li stasyona trenê çalakiyek li dar xistin û komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dikin şermezar kirin.

TOULOUSE: Li bajarê Toulouse yê Fransayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Toulouse li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek orgnaîze kirin. Girseya gel a li meydana Jean Jauresê li hev civiya, bêdengiya civaka navneteweyî ya li pêşberî komkujiyan şermezar kir.

AMSTERDAM: Terora dewleta Tirk a li Efrînê, li paytexta Hollanda Amsterdamê hate şermezarkirin. Çalakgerên li ber stasyona Centraalê li hev civiyan dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan" û "Bijî berxwedana Efrînê" qîriyan.

OSLO: Kurdistaniyên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, bi stasyona navendî çalakiyek li dar xistin.