BI DÎMEN

Kurdên li Ewropayê di meşên 1’ê Gulanê de cihê xwe girtin

Kurdistaniyên li Ewropa, li gelek navendan tevlî meş û pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bûn.

Kurdistaniyên li Ewropa, li gelek navendan tevlî meş û pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bûn.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê girse ji danê sibehê ve li Koln Hans-Bockler Platzê kom bû, bi dirûşmeyan ber bi Qada Heûmarktê ve meşiyan.

Di meşa ji aliyê Yekîtiya Sendîkayên Elman (DGB) hate organîzekirin de bi hezaran kesî cihê xwe tê de girtin. Di meşê de dirûşmeyên li dijî Erdogan hatin berzkirin, qetlîamên li Kurdistanê pêk tên hatin şermezarkirin. Di meşê de alên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan ku 12’ê Adara 2016’an li Herêmên Parastina Medyayê hate îlankirin, hatin vekirin.

Wek her sal, îsal jî Kurdan korteja xwe ava kirin. Kurdistaniyan pankartek di gelek zimanan de 1’ê Gulanê pîroz dike vekirin, bi dirûşmeyên “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Jin Jiyan Azadî” meşiyan.

Di meşê de gelek rêxistinên çep ên Tirkiyeyî jî cihê xwe girtin û dirûşmeyên piştevaniya bi Kurdistanê re qîr kirin. Komek Kurdên Rojhilat jî tevlî meşê bûn, bal kişandin ser êrîşên Îranê û daxwaz kirin ku demildest girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de bêne berdan. Piştî meşê li Heûmarktê mîtîngek hate lidarxistin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî meşa 1’ê Gulanê hate lidarxistin. Di meşa ji aliyê sendikayan ve hate organîzekirin de hevbirên Navenda Civaka Kurd û DGB’ê rastî astengiya polîsan hatin.

Polîsan alên Rojava, PYD, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Îbrahîm Kaypakkaya kirin hincet. Girse li Markplatzê kom bû û 1’ê Gulanê pîroz kir.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê jî di organîzetoriya SGB’ê de pîrozbahiya 1’ê Gulanê hate lidarxistin. Di meşa ji dêra St. Elîsabethê destpê kir de nêzî hezar kesî amade bûn. Piştî mîtîngek kurt a li Konîgsplatzê, li Drahbruckeyê şahiyê destpê kir.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê jî Kurdistanî bi awayekî girseyî tevlî meşa 1’ê Gulanê bûn. Di meşa ji ber Şaredariya Dûîsbûrg-Hambornê destpê kir û li parka Landschaftê bi dawî bû de bi hezaran kesî cih girtin.

Di meşa 1’ê Gulanê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin, dirûşmên ji Ocalan re azadî hatin berzkirin. Kurdistaniyan bi pankart û dirûşmeyên xwe ve terora dewleta Tirk a li Kurdistanê protesto kirin.

MADRÎD

Li paytexta Îspanya Madrîdê jî 1’ê Gulanê bi tevlîbûna Kurdistaniyan hate pîrozkirin. Di meşê de pankartên daxwaza azadiya girtiyên siyasî dikin hatin vekirin, li dijî dewleta Tirk û Erdogan dirûşm hatin berzkirin. 

LYON

Li bajarê Lyon ê Fransa jî 1’ê Gulanê hate pîrozkirin. Di meşa CGT û Partiya Komunîst a Fransî organîze kir de Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Lyonê, TKP-ML û Navenda Çanda Elewî ya li Lyonê cihê xwe girtin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransa jî bi boneya 1’ê Gulanê meşek hate lidarxistin. Di meşa bi banga sendîkayên karker û memûr ên Fransî hate lidarxistin de dirûşmeyên li dijî mêtingeriya karker hatin berzkirin.

Saziyên Kurdistanî û çepgirên Tirkiyeyî yên beşek mezin a korteja çalakiyê girtibûn jî bi pankart û dirûşmeyên xwe bal kişandin ser zextên rejîma Tirk û qetlîamên li Kurdistanê.

BORDEAÛX

Kurdistanî bi awayekî girseyî beşdarî pîrozbahiya meşa 1’ê Gulanê a li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bûn.

MARSÎLYA

Kurdistanî bi awayekî girseyî beşdarî pîrozbahiya meşa 1’ê Gulanê a li bajarê Marsîlya ya Fransayê bûn.

Kurdistanî bi rengên xwe yên cûda beşdarî meşê bûn. Di aktivîteya 1’ê Gulanê de Kurdistanî bi belavokên xwe, alên PKK’ê, dirûşm û govendên xwe ve bûn gelê ku herî bal kişandin ser xwe.

Partiya Komunîst a Fransî û sendîkayên wekî CGT’ê piştî demekê ji qadê vekişiyan,komên anarşîst û antîfaşîst ji qada Jonlîet heta navenda bajar ketin meşê. Ji beriya ku meş destpê bike ji ber lêgerîna cil û bergan 5 endamên koma anarşîst hatin binçavkirin. Bi armancaa ku her 5 kes bêne berdan heta navenda bajêr meş hat destpêkirin. Kom li pêşiya navenda polîsan a li ser rêya Canabîerê kom bû, li ser serbestberdana her 5 kesan meş bi dawî bû.

LORÎENT

Li bajarê Lorîent ê Fransayê Kurdistanî bi awayekî girseyî tevlî meşa 1’ê Gulanê bûn. Di meşê de belavokên bi Fransî balê dikşînin li ser qetlîamên li Bakurê Kurdistanê hatin belavkirin de danezan hate xwendin.

Girse nêzî 4 kîlometreyan meşiya, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, alên KCK, HPG û YPG/YPJ’ê hatin hildan.

AMSTERDAM

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê ji bo 1’ê Gulanê meşek hat lidarxistin. Kurdistaniyên li Hollanda bi aweyekî girseyî beşdarî meşê bûn.