Kurdên li Ewropayê daketin kolanan

Kurdên li Ewropayê daketin kolanan

Li gelek welatên Ewropayê Kurdistanî bi armanca xwedîderketina li Kobanê daketin qadan.

PARÎS

Li Parîsê, bi dehan ciwanên Kurd li Termînala 1’emîn a Balafirgeha navneteweyî ya Charles-de-Galleyê ji bo piştgiriya bi Kobanê re çalakiyek li dar xistin. Li Strasbourgê jî bi sedan Kurd li ber kanal televîzyonê France 3 li hev kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Li bajarê Bernê yê Swîsreyê jî bi sedan kes li ber balyozxaneya DYA’yê li hev kom bûn û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku bi awayeke lezgîn bikevin nava tevgerê.

VIYANA

Kurdistaniyên li paytexta Awusturya Viyanayê dijîn jî, li ber Parlementoya Awusturyayê çalakî li dar dixin.

Kurdistaniyên li Viyanayê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, li ber parlementoya welat dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Girse her 5 deqe carekê rê li trafîkê digirin.

Çalakgeran bang li Kurdên li Viyana û derdora wê dijîn jî kir ku tevlî çalakiya li ber parlementoyê bibin.

HAGEN

Kurdistaniyên li bajarê Hagen a Elmanyayê dijîn jî rêya herî qelebalix a bajêr li trafîkê girtin û çalakiyên rûniştin û meşê li dar dixin.

MANHHEIM

Kurdistaniyên li bajarê Mannheimê jî li Mannheim Paradeplatzê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

STUTTGART

Li bajarê Elmanya Stuttgartê jî çalakiyên bi armanca şermezarkirina wehşeta DAIŞ’ê dest pê kirin. Dê di çalakiyên ku dê 24 saetan berdewam bikin de, bang li raya giştî ya navneteweyî bê kirin ku bi awayeke lezgîn mudaxeleyê çeteyên DAIŞ’ê bikin. 

HERFORD

Li bajarê Elmanya Herfordê, zêdeyî 200 ciwanên Kurd li ber strasyona navendî ya trenê civiyane û bi dirûşman êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê şermezar dikin.

STRASBOURG

Li bajarê Franse Strasbourgê jî jî bi sedan Kurd li ber kanal televîzyonê France 3 li hev kom bûn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Kurdistanî bang li Franseyê dikin ku bi awayeke lezgîn mudaxeleyê DAIŞ’ê bikin. Kurdistanî dirûşimên “Koalîsyona navneteweyî çima radiweste?” û “Komkujiya li Kobanê rawestînin” diqîrin.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê jî Kurdistaniyan Balafirgeha Navneteweyî ya Burkselê dagir kirin.