Kurdên li Ermenistanê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin

Kurdên li Ermenistanê tevî dostên xwe li ber Konsolosxaneya DYE'yê ya li Erîvanê li hev kom bûn û dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Kurdên li bajarên cuda yên Ermenistanê dimînin bi konvoyeke ji wesayitan berê xwe dan paytext Erîvanê.

Konvoya ku bi alên YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ocalan hate xemilandin li ber Konsolosxaneya DYE'yê ya li Erîvanê rawestiya.

Girseya gel li ber avahiya konsolosxaneyê xwepêşandaneke protestoyî pêk anî.

Di çalakiyê de wêneyên Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê û sivîlên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin hatin hildan û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi zimanên Kurdî, Ermenî û Îngilizî pankart hatin hildan.

Hevserokê Yekîtiya Kurdan a li Ermenistanê û Parlamenterê Kurd Kinyaz Hasanov li qada çalakiyê axivî.

Hasanov diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker çawa ku Ermenî qir kir dixwaze Kurdan jî qir bike û got, "DYE'yê bi tenêhiştina Kurdan bûye hevparê vî sûcî. Em vê helwesta DYE'yê şermezar dikin. Kurdên li çar parçeyan û yên li dîasporayê divê bibin yek. Eger em bibin yek, kî çi dike bila bike wê kes nikaribe bi me. Kurd wê bi îradeya xwe li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan jî bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û diyar kir ku ew li gel berxwedana Rojava ne.

Girseya gel piştre ji bo pênc deqeyan çalakiya rûniştinê kir û dawî li xwepêşandana xwe anî.