Kurdên li Elmanyayê wê îro li qadan bin

NAV-DEM'ê ji bo çalakiyên îro yên li gelek navendên Elmanyayê banga beşdariya girseyî kir.

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Elmanyayê dijîn, wê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd şermezar bikin. NAV-DEM'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo çalakiyên îro yên li gelek navendên Elmanyayê banga beşdariyeke girseyî kir.

Di destpêka daxuyaniyê de komkujiyên hov ên dewleta Tirk û êrîşên faşîst ên li dijî gelê Kurd bi tundî hatin şermezarkirin û hat gotin, "Di dema dawî de çeteyên AKP û Tayyîp Erdogan, di serî de li Cizîr, Farqîn, Silopiya, Gever, Gimgim û Liceyê li gelek deverên Kurdistanê bi dehan mirovên sivîl û bêparastin bi rengekî hovane qetil kirine û hîn jî qetil dikin."

NAV-DEM'ê diyar kir ku yekane berpirsyarê van komkujiyên didome û li hemberî hev rakirina civakê, afirînerê rejîma faşîst a AKP'ê Erdogan e û got, "Mîna ku qetilkirina Kurdan ji aliyê artêş, polîs û hêzên paramîlîter ên dewletê têra wan nake, hikûmet-dewleta AKP'ê niha jî bi rêya faşîstên sivîl êrîşî Kurdan û saziyên Kurdan dike."

NAV-DEM'ê bibîr xist ku di serî de Navenda Giştî ya HDP'ê ya li Enqereyê, gelek avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan hatine şewitandin û diyar kir ku ev êrîş hînê dewam dikin. Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Tirkiye bi plana Qesrê re bi lez û bez ber bi karesat û kaosekê ve tê dehfdan. Polîtîkaya şer a bi cih tê anîn, roj bi roj di nava civakê de rê li ber birînên nû vedike. Em bi fikar in ku êrîş û hewldanên komkujiyê yên li hemberî gelê Kurd û HDP'ê wê zêde bibin. Li hemberî vê lîstika qirêj, van êrîşên nîjadperest ên faşîst, em têkoşîna xwe ya demokratîk ji her demê bêhtir mezin bikin.

Weke rêveberiya NAV-DEM'ê em bang li gelê xwe û hêzên demokratîk dikin ku li dijî êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk bi çalakiyên demokratîk re, êrîşên faşîst ên hikûmeta AKP'ê şermezar bikin û ji bo xwedîderketina li serhildana li Kurdistanê, tavilê dakevin kolanan."

Cih û dema çalakiyên li Elmanyayê werin lidarxistin:

DUSSEELDORF: Pêşiya HBF, saet 18.00

DUISBURG: Pêşiya HBF, saet 18.00

FRANKFURT: Pêşiya HBF, Kaiserstraße: saet 16.00

BREMEN: Pêşiya Parlamenta Bremenê, saet 18.00

STUTTGART: Schlossplatz: saet 18.00

HANNOVER: Navenda Bajêr, saet 18.00

11'ê Îlonê saet di 19:00 de ji aliyê ANTÎFA Enternasyonal ve li rawestgeha S Sternschanze ya Hamburgê wê meşek were lidarxistin.