Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) têkîldarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand, bl kişand ser êrîşên dewleta Tirk a li dijî Rojava.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk û faşîzma AKP’ê li dijî gelê Kurd dest bi şerekî topyekun kiriye û got; “Herî dawî li gel çeteyên DAÎŞ’ê bi êrîşek berfireh berê xwe daye gelê Kurd ê li Rojava. Di êrîşên hewayî û bejahî de ku hemwext li dar xistin, bi dehan mirovên me jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jiyangeh hatine xirakirin, dîsa ji ber van êrîşan nêzî sed gundên Kurdan ên li herêma Şehbayê hatin valakirin.”
BANG LI GEL Û RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ
Di daxuyaniyê de banga seferbertiyê li gelê Kurd û dostên wan hate kirin û wiha hat gotin; “Pêwîst e gelê me her deverê bike qada çalakiyê û bi ruhê berxwedana Kobanê rabe serhildanê.”
Di daxuyaniyê de her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî jî hat kirin û got; “Di serî de DYA, Rûsya, NY û YE, divê li dijî polîtîkayên hov û qetlîamker ên dewleta Tirk bikevin tevgerê û êrîşên li dijî Kurdan rawestîne.”
NAV-DEM’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev ragihandin; “Di serî de gelê me, dostên wan, Yekîtiya Hêzên Demokratîk, ABDEM, pêkhateyên HDK-A, gelê me yê Rojava û Şengalê divê bi awayekî xurt tevlî çalakiyan bibin.”
BERNAMEYA AKTÎVÎTEYAN
Agahiyên ku aktîvîteyên zelal bûne wiha ne;
1- Hamburg: 21.10.2016 Roja Înê (Îro)
Cih: Pêşiya Sefaretxaneya TC
Saet: 16.00
2- Duisburg: 21.10.2016 Roja Înê
Cih: Pêşiya Hauptbahnof
Saet: 17.00
3- Munster: 22.10.2016 Roja Şemiyê
Cih: Karlstadt Sport Cafe Barcelona
Saet: 16:00
4- Hannover: 22.10.2016 Roja Şemiyê
Cih: Pêşiya Hauptbahnof
Saet: 14.00
5- Stuttgart: 22.10.2016 Roja Şemiyê
Cih: Marktplatz
Saet: 14.00
6- Dortmund: 22.10.2016 Roja Şemiyê
Cih: Pişta Hauptbahnof
Saet: 15.00
7- Hagen: 22.10.2016 Roja Şemiyê
Cih: Pêşiya Hauptbahnof
Saet: 14.00
8- Bonn: 22.10.2016 Roja Şemiyê
Cih: Munsterplatz
Saet: 14.00
9- Kiel: 22.10.2016 Roja Şemiyê
Cih: Pêşiya Hauptbahnof
Saet: 16.00
10- Freiburg: 21-22 Cotmehê wê stand bê danîn."