Kurdên li Elmanyayê ji bo Ocalan li ser piyan e
Li bajarên Dusseldorf, Dortmûnd, Essen, Frankfûrt, Dresden, Nurnberg, Sîegen û Gîessenê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxisitn.
Li bajarên Dusseldorf, Dortmûnd, Essen, Frankfûrt, Dresden, Nurnberg, Sîegen û Gîessenê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxisitn.
Li bajarên Dusseldorf, Dortmûnd, Essen, Frankfûrt, Dresden, Nurnberg, Sîegen û Gîessenê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxisitn.
DORTMÛND
Ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dortmûnd ê Elmanyyê, li pêşiya stasyona trenê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo Ocalan dirûşm hatin qîrîn. Ji ber provokasyona faşîstên Tirk bûyer qewimîn. Du çalakgerên hatin binçavkirin piştre hatin berdan.
Çalakiyên li Dortmûndê wê di nava hefteyê de rojên Sêşem, Çarşem, Pêncşem û Înê li ber stasyona trenê ya navendî dewam bike.
DUSSELDORF
Bi banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), bi pêşengiya jinên Kurd li pêşiya stasyona trenê ya Dusseldorfê ji bo zelalkirina rewşa tenduristî û ewlekariyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanyayê (YJK-E) pêk hat û Însiyatîfa Jinê ya Dusseldorfê û komunên jinan ên Neûss, Grevenbroîch û Krefeldê, Meclîsa Jinê ya Viyan a Wûppertalê tevlî bûn.
Çalakî saet di 18:00 de dest pê kir û bi navê TJK-E axaftin hate kirin. Qiseker fikar û gumanên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan anî ziman û got, "Ji rewşeke neyînî ya têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêberê me, wê Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan û hemû rayedarên dewleta Tirk berpirsyar bin." Qiseker xwest, tavilê destûr bê dayin ku malbat û parêzer serdana Îmraliyê bikin û bi vî rengî agahiyeke rast ji gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk re were dayin. Her wiha ji hêzên siyasî, dewletên cih di nava komploya navneteweyî de girtine, Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hate xwestin, ku bi lezgînî dest li rewşê werdin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dusseldorfê Ozgur Kaya jî bang li gelê Kurd kir ku li her devera lê ye çalakiyan li dar bixe.
ESSEN
Li bajarê Essenê, bi sedan Kurdistanî ji bo tenduristiya Ocalan li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan.Çalakgeran fikarên xwe yên li ser tenduristiya Ocalan anîn ziman û xwestin, mijar tavilê zelal bibe.
FRANKFÛRT
Kurdistaniyên li bajarên Frankfûrt, Hanaû, Offenbach, Darmstadt û Russelsheîmê dijîn, li pêşiya stasyona navendî ya trenê ya Frankfûrtê li hev kom bûn. Çalakgeran ji bo Ocalan dirûşm qîriyan û biryar dan ku îro ber bi konsolosxaneya Tirk ve bimeşin.
EYALETA SACHSENÊ
Li bajarên Dresden, Halla, Salle, Leîpzîg û Magedebûrgê, ji bo Ocalan çalakî hatin lidarxistin û gelek belavok hatin belavkirin.
NURNBERG
Kurdistaniyên ji bo Ocalan li Nurnbergê li hev civiyan, tecrîd şermezar kirin û xwestin, malbat derhal Ocalan bibîne.
GÎESSEN Û SÎEGEN
Li bajarên Gîessen û Sîegen ên Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî daketin qadan û xwestin, li ser rewşa tenduristiyê ya Ocalan agahî bê girtin.