Kurdên li Elmanyayê di têkoşîneke girîng a hiqûqê de bi ser ketin
Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê biryar da ku qedexekirina meşa NAV-DEM'ê ya bi navê "Şerê li Efrînê rawestîne" ne qanûnî ye.
Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê biryar da ku qedexekirina meşa NAV-DEM'ê ya bi navê "Şerê li Efrînê rawestîne" ne qanûnî ye.
Dewleta Elman li dijî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Elmanyayê (NAV-DEM) ku bi dehan sazî û komele di bin sîwana wê de hene, hewldanên krîmînalîzekirinê dimeşand. Bi taybetî, piştî giştînameyên Wezareta Karên Hundir ên salên 2017 û 2018'an ji rêveberiya 16 welatan re hatin şandin, NAV-DEM bû hedefa helwesta kêfî ya polîsan.
Bi îdîaya "NAV-DEM beşek ji PKK'ê ye" gelek meş û xwepêşandanên Kurdan hatin qedexekirin. Yek ji van qedexeyan jî Sibata 2018'an li Dusseldorfê pêk hat. Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, NAV-DEM'ê xwest li Dusseldorfê mîtîngekê pêk bîne. Lê belê polîsan giştînameya Wezareta Karên Hundir ji xwe re kirin hincet û destûr nedan xwepêşandanê.
NAV-DEM'ê jî qedexekirina meşa bi navê "Şerê li Efrînê rawestîne" bir ber destê dadgeriyê. Doz li Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê pêk hat û di rûniştina doh de biryar hate dayin.
'NABE KU BI VAN HINCETAN MEŞÊN KURDAN BÊN QEDEXEKIRIN'
Heyeta dadgehê, qedexekirina meşa NAV-DEM'ê li dijî qanûnê dît. Serokê dadgehê biryara xwe bi devkî eşkere kir û ji bo hinceta wê jî got, "Di navbera Navenda Civaka Demokratîk - NAV-DEM e.V. û PKK a qedexekirî de ferqeke eşkere heye."
Serokê dadgehê diyar kir, nabe ku polîs bi hincetên bi vî rengî meş û civînên Kurdan qedexe bikin û got, "Meşa bi navê 'Şerê li Efrînê rawestîne' ku wê par meha Sibatê bi beşdariya 2 hezar kesî bihata lidarxistin, lê belê ji aliyê polîsan ve hate qedexekirin, berevajî îdîayan, li dijî ewlekariya cemaweriyê gef û metirsî nebû."
Serokê dadgehê ragihand, polîsên Dusseldorfê li gorî qanûnan tevnegeriyane û wiha dewam kir: "Beşdarên ku dixwazin mafên xwe yên meş û civînê yên destûra bingehîn bi kar bînin, nabe ku ji ber çend kiryarên derveyî qanûnî bên astengkirin."
THEÛNE: DADGEHÊ ÎDÎAYÊN POLÎSAN PÛÇ KIR
Parêzerê NAV-DEM'ê Lûcas Theûne diyar kir, biryara dadgeha Dusseldorfê ji bo Kurdên li Elmanyayê gelekî girîng e. Theûne da xuyakirin ku ew biryarê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got, "Dadgehê bi rengekî vekirî ev destnîşan kir: Îdîayên polîsên Dusseldorfê ku NAV-DEM'ê weke rêxistineke ser bi PKK'ê ve nîşan didin, îdîayên pûç in."
Theûne diyar kir, bi biryarê re ew li bendê ne ku Kurdên li Elmanyayê êdî bêyî li astengiyan rast bên karibin meş û xwepêşandanên xwe li dar bxe.