Kurdên li Deriyê Sêmalka asê mane: Pêşmerge rê nadin em derbas bibin

Kurdên li Deriyê Sêmalka asê mane: Pêşmerge rê nadin em derbas bibin

Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji ber sedema şer, pevçûn, bêkarî  û komkujiyan berê xwe dan deriyê Sêmalkan, lê Partiya Demokrat a Kurdistanê  (PDK) derî li ser wan de girt û li herêmê asê mane.

Bi vê boneyê Ronahî TV dîmena  Kurdên ku li ber Deriyê Sêmalkan rawestiyane belav kir. Berevajî îdiayên karbidestên PDK'ê Hêmîn Hewramî ku gotibû deriyê sînor ji aliyê YPG'ê ve hatiye girtin,  Kurdên li ser sînor diyar dikin ku derî ji aliyê PDK'ê ve hatiye girtin û yên gule li ser wan reşandine jî pêşmergeyên girêdayî PDK'ê ne.

Di dîmen de hemwelatiyekî ku ji Helebê hatiye tîne ziman ku  ew ji Helebê hatiye û divê biçe Herêma Başûrê Kurdistanê û li wir ji dest bi kar bike heta ku jiyana rojane ya malbata xwe derbas bike.

Ev hemwelatî destnîşan dike ku di navbera 23 rojan de xwe gihandiye deriyê sinor lê niha li sinor de hatiye ragirtin. Dide diyarkirin ku çend caran hewl daye derbas bibe, lê pêşmergeyan rê nedaye û gule li wan reşandine.

Ciwanê 23 salî destnîşan kir ku ev 23 roj in li ber Deriyê Sêmalkan rawestiyane û ciwanên YPG’ê ji wan re got, derî hatiye girtin, lê me di çûnê de israr kir û YPG’ê rê da me û em çûn lê pêşmergeyan rê li pêşiya me girtin. Ne li vir ji tu cihê me nîne ku em lê rûnîn û lê bijîn, eger em biçin Helebê wê em tev di rê de bên kuştin.