Kurdên li Belçîkayê xwe ji bo Newroza Brukselê amade dikin
Kurdên li Belçîkayê xwe ji bo Newroza Brukselê amade dikin
Kurdên li Belçîkayê xwe ji bo Newroza Brukselê amade dikin
Kurdistanî û dostên wan yên li Belçîkayê jiyan dikin xwe ji bo Newroza dê roja Şemiyê li Brukselê pêkbê amade dikin.
Paytextê Ewropa û Belçîkayê Bruksel dê roja Şemiyê 23’ê Adarê malovaniyê ji kombûnek girîng re bike. Bi organîzekirina Federasyona Komeleyên Kurd ya li Belçîkayê (FEK-BEL) Kurdistanî û dostên wan dê pîrozbahiyek mezin ya Newrozê pêkbînin. Dê pîrozbahiya îsal bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aşitî” û bi slogana “Em tekoşîna şehîdên Parîsê bi agirê Newrozê bilind bikîn” dê pêk bê.
Di Newroza ku dê li Parka Jubel ya li Qada Schuman ya avahiyên Yeketiya Ewropayê lê heyî pêk bê, Koma Grava Rojê, Hozan Sosin, Koma Hezex, Hozan Neyez Sheda, Hozan Bengî Agirî dê derketin ser dikê.
Serokê FEK-BEL’ê Salih Uçar beriya şahiyê agahî dan ANF’ê û got: “Pêwîste em Newrozê guncawî ruhê wê di nava aşitî û hewayê cejnê de pîroz bikîn. Newroza îsal di pêvajoyekî dîrokî de tê pîroz kirin. Kurd li Kurdistan û cîhanê Newroza îsal bi heybet pîroz dikin. Bi milyonan kes bi daxwaza “Ji Rêber Apo re azadî ji Kurdan re statû” û bi piştevaniya pêvajoya nû ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bi awayek bi heybet pîroz dikin. Gelê me û dostên wan xwe amade dikin ku, Newrozekî hêjayî pîrozbahiyên welat li Brukselê pîroz bikin.”