Kurdên ku li dijî destdirêjiyê rabûn wê werin darezandin

Dozgeriya Ûrmiyê ragihand ku di derbarê 54 welatiyên Kurd de yên li dijî destdirêja keçeke xwendekar a ji aliyê rêveberiyeke dibistanê ve xwepêşandan lidarxistibû wê bên dadgehkirin.

Dadgeha Ûrmiye biryareke din a sosret di derbarê welatiyên Kurd ên ku li dijî destdirêjiya rêveberekî dibistana li Taxa Îslamabata ku xwepêşandan kiribûn da. Li borî vê biryarê 54 welatiyên Kurd ên ku hatibûn destgîrkirin wê bên darezandin.

Di vê çalakiya ku li taxa Îslambabata ya bajarê Ûrmiyê ku piranî welatiyên wê Kurdin sala borî rêveberekî dibistanê destdirêjî keçekê kiribû. Li ser vê welatiyên taxê rabibûn ser lingan û dibistan dabûn ber agir û kiryarên rêveberiya dibistanê bi xwepêşandanekê protestokirin.

Li ser mezinbûna çalakiyê hêzên Îranî mudaxeleyî çalakiyê kirin û bi dehan welatî hatin destgîrkirin û hatin girtin. Piştre hinek ji van kesan hatin girtin û hinek jî hatin berdan.

Parêzerê Ûrmiyê Hebîbî di hevpeyvîneke xwe ya li gel rojnameyekê de ragihand ku di derbarê 54 kesên ku bi hinceta sûcên ‘Xirakirin û şewitandina mal û milkê giştî’ doz lê hatiye vekirin û wê werin dadgehkirin.