Kurdên Krasnadar komkujiya Parîsê şermezar kirin
Kurdên Krasnadar komkujiya Parîsê şermezar kirin
Kurdên Krasnadar komkujiya Parîsê şermezar kirin
doh danê êvarê li bajarê Rûsyayê Krasnadar bi boneya şemezarkirina komkujiya Parîsê ku têde sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin li Mala Çanda Kurd civînek gel hat lidarxistin.
Di civîna gelek Kurdistanî beşdar bû de piştî yek deqeyeke rêzgirtinê- Serokê Otonomiya Çand û Hûnera Kurd a Krasnadar Îşxan Ankosî axaftinek kir. Ankosî di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk yê beramberî rêvebirê PKK’ê û got:
“Ev bûyer ji ne rêzêê ye. Demek dirêje lîsteya navê rêvebirê PKK’ê di destê Tirka de ye. Beriya niha jî gelek caran xwestin çalakiyê bi vî rengî bikin. Lê derfeta wan çênebû. Berpirsê vê bûyerê dewleta tirk û Ergenekona Kesk e. Di heman demê de ev perçeyek stratejiya entegreya dewleta Tirk e.”
Di civînê de Serokê Komeleya Kurd û Rûsan Arîf Azmanî jî axiftine kir û bal kişand ser şerê li hember kurda tê meşandin û got: “Di vê mehê de fermandarê HPG Nûman Bismil di encama operasyonek leşkerî de şehîd ket. Li gor agahî me bi dest xistine kesên ku wek sîxur tên nav partiyê agahiya cihê Nûman dane. Di milekî operasyonê leşkeri bi hemû hêza xwe berdewam dikin. Lê bi operasyonê leşkerî tenê nikarin encam bigrin ji ber vê yekê ji bo darbeyekê li bazkê siyasî din jî komkujiya Parîsê çêkirin. Bi vî şeklî dewleta Tirk hem di warê sîyasî hem jî di warê leşkerî de bi ser Kurdan ve tê her wiha ji bo kurd îro li Rojavayê Kurdistanê jî nebin xwedî îrade çi destê wê tê dike. Mînak li serêkaniyê ti qirêjî nemaye û nekiriye. Lê hem di warê leşkerî hem di warê siyasî û hem jî li Rojavayê Kurdistanê Kurdan bi bilindkirina tekoşînê bersiv dane van êrîşan.”
Di civînê de gelek Kurdistaniyên jî di derbarê komkujiya Parîsê nerazîbûnê xwe anîn ziman û komkujî şermezar kirin.