Kurdên Ewropayê Kobanê tenê nahêlin

Kurdên Ewropayê Kobanê tenê nahêlin

Kurdên li Ewropayê dijîn Kobanê ya ku 3 hefteya li dijî DAIŞ’ê têdikoşe tenê nehişt.Duh seranserê rojê li dehan bajarî çalakiyên bêîtîatiya sivîl pêk hatin.

LI PARÎSÊ BERXWEDAN

Li parîsê Kurd li ber qesra serokkomariyê (Elysêe) hatin cem hev. Çalakgeran berê xwe dan deriyê Eylsêe û polîsan hewl da pêşiya çalakgeran bigirin. Lê çalakgeran demildest rê li trafîkê girt.

Hejmara çalakgeran nêzî 150’yî bû û polîsan dora wan dorpêç kir. Li ser vê çalakgeran çalakiya runiştinê pêk anî. Ligel hişyariyê polîsan, polîsan çalakiya xwe berdewam kir û çalakgerek hat binçavirin û milê kesekî şikest.

MLKP, Partîzan û ADHK jî tevli çalakiyê bû. Di encama israra girseyê de destur hat dayîn û girse berbi parlamentoyê meşiyan û gihiştin qada Învalîdes.

Parlamenterên partiya komunîst û partiya sosyalîst piştgirî dan çalakiyê. Kurdên hatin ber parlamentoyê di çalakiya ku Ermenî, Keldanî, Asurî û gelê din organîze kiribû hatin cem hev.Li vir gelek kesî axaftin kir.

Di axaftina li ser navê Federasyona Komeleyê Ermenî hatiye kirin de hat gotin: “Ermenî, Kurd, Keldanî û Suryaniyên li Rojhilata Navîn hatin qetilkirin nûnerên aştî û demokrasiyê ne. Lê herî zêde jî ew rastî komkujiyan hatin.

Piştre serokê koma parlamentoyê Claude Bartolone axivî û li biryara girseyê nihêrt û got dê ev berxwedan qezenc bike.

Parlamenterê UMP’ê Valerîe Boyer jî got kesên li dijî vê hovîtiya DAIŞ’ê bêdeng bimînin ew jî hevkarê wê ne.

Nûnerê PYD’yê Parîsê Xalît Îsa silavên berxwedêrên Kobanê ragîhand û bêndengiya welatên cîhanê ya li dijî berxwedana gelê Kurd şermezar kir.

Li ser navê koma Keskan Noel Mamere jî got êrîşa li dijî gelê Kurd nayê qebûlkirin û got divê PKK ji lîsteyê bê kişandin.

Parlamenterê parlamentoya Ewropayê Patrîck Le Hyarîc jî balkişand ser siyaseta durû ya Fransa û Tirkiyeyê.

Piştî axaftinên li ser navê Navenda Civaka Kurd û MRAP’ê hatin kirin hat gotin ku roja şemiyê saet di 15’an de d3e jib o Kobanê meşek pêk bê û banga tevlibûnê hat kirin.

LONDON

Li Londonê jî bo Kobanê çalakiyek pêk hat. Roja sêşemê di saetên êvarê de meşê ji ber mala Gel dest pê kir û nêzî 4 hezar Kurd û dostên kurdan tevli bûn. Çalakiya ji aliyê Platforma Yekitiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê ve hate organîzekirin li ber mala Gel dest pê kir. Di axaftinên hatin kirin de DAIŞ hat lanet kirin û banga hestiyariyê hat kirin.

Meşa ku sê saetan berdewam kir, welatiyên îngîlîz jî tevli bûn. Meş li îstasyona metro Seven Sîsters bi dawî bû.

Piştî meşê komek jin çûn ber parlametnoya qiraliyeta Yekbûyî û çalakiya runiştinê pêk anîn. Bi sedan kes çûn sedana wan. 

NICE-DRAGUIGNAN

Li bajarê Nîce û Draguîgnan a Fransayê bi armanca piştgiriya bo Kobanê çalakiyên qutkirina rê pêk hatin. Polîsan li Nîceyê êrîşê çalakgerên ku riya tramvayê girtin kir û xwestin pankartên destê çalakgeran parçe bikin. Çalakgeran barîkat derbas kirin û polîs neçar man şûnde gavê bavêjin.

Riya Nîce-Marsîlyayê jî saetek û nîvê hate dagirkirin. Her wiha li balafirgehê jî çalakiya dagirkirinê pêk hat.

Li bajarê Draguîngnan jî li ber Walitiyê rê hatin girtin. Şaredar û midûrê polîsan daxwazên wan guhdar kirin. şaredariyê heyetek qebûl kir û got ew dê desturê bide çalakiya wan.

LI BER SEFERATXANEYA DYA’YÊ YA STRASBOURGÊ ÇALAKÎ

Li bjarê Strasbourgê jî Kurd li ber seferatxaneya Amerîkayê bû. Girse saet di 14’an de hatin cem hev û du saetan belavok belavkirin. Piştre daxuyaniyek hat dayîn û helwesta dewletan di serî de jî ya Fransa û DYA’yê hate şermezarkirin.
Her wiha Kurd ji bo çalakiya sê şoreşgerên jin ya ‘Bêdengiya we hevkariya we ya sûce’ hatin cem hev.

LI METZÊ 500 KURD MEŞIYAN

Li bajarê Metz a Fransayê meşek pêk hat û ciwanên Kurd çalakiyek dagirkirinê pêk anî. Meşa ji Place de la Republîque dest pê kir nêzî 500 kesî tevli bûn. Di meşê de komek ciwanan çalakiya dagirkirinê pêk anî. 

HANNOVER

Li Hannoverê jî ciwanan meşek pêk anîn û ciwan bi dirûşme û pankartên ku amade kiribûn meşiyan. Polîsan tedbîrên mezin girtibû. Meşê eleqeyek mezin dît û ciwanan çûn serdana çalakiya kon. 

STUTTGART

Li Stuttgartê jî Kurd li ser piya bûn. Kurdên ku roja duşemê çalakiyên cuda pêk anîn duh li qada Schlossplatz  li ber konê xwedîderketina li Kobanê hatin cem hev. Bi sedan kesî li ber gara Trînê ya Navendê hatin cem hev û rê li trafîkê girtin û çalakiya runiştinê pêk anîn.

AACHEN

Li Aachen jî meşa ku ji aliyê Mala Kurdan û Dîle Lînke ve hate organîzekirin de komkujiya DAIŞ’ê û bêdengiya welatên navneteweyî hate şermezarkirin. 

GIESSEN

Li Gîessenê jî meşek pêk hat û bi dehan Kurd tevli bûn. Çalakiya bo piştevaniya kobanê heta navena sûkê berdewam kir û piştre bi mîtîngekê bi dawî bû. 

MUNÎH

Li Munîhê jî li gara trînê çakaiya runiştinê pêk hat û çalakgeran rayedarên trînê der barê mijarê de agahdar kir.

SAARBRÛCKEN

Li bajarê Saarbrukcken a Elmanyayê jî çalakî ji roja duşemê de didomin. Kurdan li ber Europa Galerî civiyan û mîtîngek pêk anîn. Heyetek ji komê polîtîkaya bêdeng ya li dijî Kobanê şermezar kir û daxwazên xwe yên bo hikûmeta Elman anî ziman. 

INNSBRUCK

Li bajarê Innsbruck a Avusturyayê çalakî pêk hat û nêzî 500 kesî tevli bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi sedan belavok hatin belavkirin. Her wiha Avustuyayiyan eleqeyek mezin nîşan da.

LI SWÊDÊ ÇALAKÎ

Li gelek bajarên Swêdê jî çalakî pêk hatin. 

STOCKHOLM

Li Stockholmê li ber seferatxaneya DYA û Tirkiyeyê çalakiya protestoyî pêk anîn û hre wiha saet di 17’an de jî li qada Sergel çalakiyek girseyî pêk anîn. 

BOLLNÄS

Li bajarê Bollnas jî Kurdan li qada Brotorget çalakiyek pêk anîn û êrîşên DAIŞ’ê şermezar kirin. piranî jê Rojavayî bûn nêzî 200 kesî tevli çalakiyê bûn û di axaftinên hatin kirin de welatên piştgiriyê didin DAIŞ’ê şermezarkirin. 

GÄVLE

Li Gavle jî Kurdan çalakiyek pêk anîn û DAIŞ û AKP ya ku piştigiriyê dide wê şermezar kirin. 

BASEL

Li Baselê nêzî 200 ciwanî li balafirgeha Navneteweyî çalakiya runiştinê pêk anî.