Kurdên Ermenîstanê dengê xwe didin Serj Sarkisiyan

Kurdên Ermenîstanê dengê xwe didin Serj Sarkisiyan

Komkujiya 9’ê çileyê li Parîsê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar jiyana xwe ji dest dan, li Êrîvana paytexta Ermenîstanê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. Her wiha bang li Kurdên li Ermenîstanê hate kirin ku di hilbijartinê de dengê xwe bidin Serj Sarkisiyan.

Di daxuyaniya duh li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê hate dayin de bi navê Şêwra Gelê Kurd a Ermenîstanê Kinyasê Hemîd, Serokê Nivîskarên Kurd ên li Ermenîstanê  rojnamevan û edîtorê rojnameya Zagrosê Elîxanê Memê, Berpirsê Rojnameya Riya Teze û bêjerê Radyoya Dengê Êrîvanê Titalê Kerem, gelek rewşenbîrên din amade bûn.

Di daxuyaniyê de komkujî bi tundî hate şermezarkirin û îşaret bi rola dewleta Tirk a di vê komkujiyêde hate kirin. Her wiha hate diyar kirin ku divê dewleta Franseyê demek beriya demekê vê komkujiyê ronî bike û berpirsan darizîne.

Her wiha ji bo hilbijartinên li serokkomariyê ku dê 18’ê sibata 2013 de li Ermenîstanê pêk bê bang li Kurdan hate kirin ku dengên xwe bidin Serokkomarê niha yê Ermenîstanê Serj Sarkisiyan.