Kurdan û Kanadayiyan Newroz pîroz kirin

Kurdistanî û Kanadayiyên li bajarê Montrealê dijîn, Newroz pîroz kirin.

Li bajarê Kanada Montrealê, bi organîzeya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Newroz hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de, tevî Kurdistaniyan gelek Kanadayî jî amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a bi dîmen hat nîşandan. Piştre Komîsyona Ciwanan peyam da û berxwedana xwerêveberiyê silav kir.

Parlamenterên Partiya Lîberal jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Ji van parlamentearn Eva Nassîf axivî û diyar kir, ew berxwedana gelê Kurd bi rêzdarî silav dike.

Di pîrozbahiyê de koma govendê hunera xwe pêşkêş kir û berxwedana efsaneya Kawayê Hesinkar bi rengekî muzîkal hat nîşandan. Gelel hunermendên herêmî û Pinar Yildiz jî derketin ser dikê.

...