Kurdan û dostên wan ên Îtalyanî, komplo şermezar kirin

Ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê, li bajarê Mîlano yê Îtalyayê meş û mîtîngek hate lidarxistin. Berdevkê HDK'ê Demîr Çelîk, Nûnera PYD'ê Sînem Mûhammed û endamê meclîsa şaredariya Mîlanoyê Paolo Lîmonta li çalakiyê axivîn.

Çalakiya protestoyî ya li Mîlanoyê, ku ev çend meh in amadekarî jê re dihate kirin, li Porta Venezîayê dest pê kir. Bi qasî sed sazî, partî, sendîka û navendên çandê ji bo çalakiyê bang kirin. Partîto Comûnîsta, Sînîstra Îtalîa, konfederasyona sendîkaya CÛB, CÎSDA, NO MOÛS û tevgera antî faşîst piştgirî dan çalakiyê.

Ji Roma, Grosetto, Pîsa, Fîrenze, Torîno, Venezîa, Novara û Modenayê, Kurd û dostên wan ên Îtalyanî bi otobusan berê xwe dan Porta Venezîa. Meşê saet 14'an dest pê kir û her kom, partî, sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl bi al û pankartên xwe tevlî bûn. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hatin hildan. Meşê heta Pîzza Dûomo dewam kir û dirûşmên "Em hemû PKK'yî ne", "Azadî ji Ocalan re", "Dîktator Erdogan" bi zimanê Îtalî hatin qîrîn.

Li dû meşê, li Pîazza Dûomo mîtîngek hate lidarxistin. Endamê meclîsa şaredariya Mîlanoyê Paolo Lîmonta di destpêka çalakiyê de axivî û bi bîr xist, ku Ocalan dema ji bo çareseriya aştiyane bi rê ket, ewilî berê xwe da Îtalyayê. Lîmonta destnîşan kir, ew xwe ji azadiya Ocalan berpirsyar dibînin.

Berdevkê HDK'ê Demîr Çelîk piştre axivî û diyar kir, ku li gel mercên giran ên tecrîdê jî Ocalan azad e û got, "Encam çi dibe bila bibe, heta ku ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, em ê têbikoşin."

Nûnera PYD'ê ya Têkiliyên Derve Sînem Mûhammed jî di destpêka axaftina xwe de, şervanên ku li Rojava û Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer dikin silav kir. Mûhammed got, Federasyona Bakurê Sûriyeyê, li dijî tarîtiya DAIŞ'ê, misogeriya jiyana hevpar a hemû gelên li Rojhilata Navîn e. Mûhammed destnîşan kir, ku afirînerê vê projeyê Ocalan e û azadiya Ocalan daxwaza bingehîn a gelên li Rojava ye.

Çalakî bi govenda li ber stranên bi Kurdî hate gerandin, qediya.