Kurdan li Toulouse û Ingolstadtê komkujî protesto kirin

Kurdan li Toulouse û Ingolstadtê komkujî protesto kirin

Kurd li bajarê Toulouse ya Franse û Ingolstadta Almanyayê daketin qadan û komkujiya Parîsê ku 9’ê çile pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar jiyana xwe ji dest dan protesto kirin.

Roja şemiyê, derdora 500 kesî li qada Capitol a li Toulouseyê dest bi meşê kirin. Piraniya beşdaêrn meşa têde wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hilgirtin jin bûn. Partiya Nû ya Dijî Kapîtalîst (NPA) jî piştgirî da çalakiya Kurdan.

Serokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Toulouseyê bang li hukûmeta Frensî kir ku bûyerê di demek zû de bûyerê ronî bike  û da zanîn ku ger aşkere neke ew bi xwe dê di bin berpirsyartiya wê de bimîne.

Di axaftina li ser navê NPA’yê de jî komkujî hate şermezarkirin û ji dewleta Franseyê hate xwestin ku peymana ewlekariyê ya bi Tirkiyeyê re betal bike û daxwaza azadiya Ocalan kir. Di çalakiyê de bê navber dirûşimên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re hatin gotin. Piştî ku dosyayekê pêşkêşê Walitiya Toulouseyê hate kirin meş bi dawî bû.

Li bajarê Almanya Ingolstadtê di heman rojê de xwepêşandanek hate lidarxistin. Hêjayê gotinê ye ku piştî 14 salan ev yekem car e ku Kurd li bajarê Ingolstadtê çalakî li dar dixin. Derdora 150 kesên tevlî çalakiyê bûn komkujiya Parîsê şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Akademiya Tîgrîs ve hate lidarxistin. Parlementera Parlementoya Federal a Almanyayê ya ji partiya Çep Eva Bulling Shcroter di çalakiyê de axivî û diyar kir ku her sê jinên li Parîsê hatin qetilkirin di têkoşîna jinan de xwedî rolên girîng bûn û ji dewleta Franseyê xwest ku di demek zû de bûyerê ronî bike û hevkarên vî sucî aşkere bike.

Ji rêveberên Yekitiya Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) Seda Çetîn jî xwest hêzên li pişt komkujiyê bêne aşkerekirin. Çalakî bi dirûşima ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.