Hevdîtina li Sydneyê ji ber tedbîrên dijî vîrûsa koronayê bi rêya înternetê hate kirin. Berdevkên KNK û Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk, diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd xizmetê ji aştiyê re nake û ragihandin ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê jî di raporeke xwe de li ber tecrîdê rabûye.
Nûnerên Kurdan bi bîr xistin ku CPT di serdana xwe ya dawî de ya li Tirkiyeyê neçûye girava Îmraliyê, bi parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî hevdîtin nekirine û ev helwest şermezar kirin.
Li gorî nûnerên Kurdan, parlamenter Peter Khalîl anî ziman ku wê van daxwazan bixin rojeva partiya xwe û parlamentê, her wiha wê bi hevkarên xwe yên li Ewropayê re mijarê nîqaş bikin.
Berdevkên Kurdan her wiha bi rêya onlîne bi parlamenterê yealeta Galler a Başûr a Nû ya ji Partiya Keskan Davîd Shoebrîdgre jî hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de li ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan agahî hate dayin.
Li gorî berdevkê Kurdan, parlamenter Davîd Shoebrîdge diyar kirin ku weke Partiya Keskan haya wan ji tecrîda li ser Abdullah Ocalan heye û weke şexs jî ew mafên mirovan diparêze. Shoebrîdge got, "Tecrîd şêweyekî êşkenceyê ye û ti carî nayê qebûlkirin." Hate ragihandin ku Shoebrîdge diyar kirin ku wê hem greva birçîbûnê hem jî tecrîdê di nava partiyê de binirxînin û bixin rojeva parlamenta federal û eyaletê.