Kurdan li Hannoverê li ber sefaretxaneya Fransayê çalakî pêkanî

Kurdan li Hannoverê li ber sefaretxaneya Fransayê çalakî pêkanî

Kurdistaniyên ku li bajarê Hannoverê jiyan dikin, ji bo komkujiya 9’ê Çileyê li Parîsê ku 3 siyasetmedarên Kurd yên jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin bê ronî kirin, li ber sefaretxaneya Fransayê çalakiya “Em edaletê dixwazin” pêkanîn.

Çalakiya ku her roj roja Pêncşemê tê kirin, ji pêşengiya wê dikin. Di çalakiyê de hate gotin ku, ger Fransa komkuiya 9’ê Çileyê ronî neke, dê di çavê gelê Kurd û dostên wan de bikeve rewşa bersûc de, her wiha wêneyên Sakîne Cansiz, Leyal Şaylemez û Fîdan Dogan hatin hilgirtin.

Xwepêşandanên ku pankartên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” vekirin, piştî daxuyaniyekî kurt belavbûn.