Kurdan bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya kon a li Brukselê bi dawî kirin

Çalakiya kon a ku bi armanca protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê li Brukselê hatibû destpêkirin, bi daxuyaniya çapemeniyê ve hat bidawîkirin.

Çalakiya kon a bi armanca protestokirina êrîşên qirkirinên yên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê ji 15’ê meha Adarê ve li paytexta Belçîka ya Brukselê dewam dikir, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ve hat bidawîkirin. Di daxuyaniyê de li ser navê KNK’ê siyasetmedarê Kurd Adem Ûzûn axivî, bertek nişanî Serokkomarê Tirk Erdogan da û wiha got: “Êdî ti kes ji wî bawer nake.”

Di daxuyaniyê de Ûzûn qetlîamên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê şermezar kir. Ûzûn destnişan kir ku ji bo qetlîamên li Kurdistanê bi awayekî demokratîk protesto bikin çalakiya kon li dar xistine û wiha anî ziman: “Dewleta Tirk ya ku li hember ti tiştî tehamulê nake ji bo dawîanîna çalakiyê bi Belçîkayê re ket nava gelek hewldanan. Lê, şaredariya Brukselê bersiv neda daxwazên dewleta Tirk. Kurdan bi biryardarî çalakiya kon berdewam kir.”

‘JIN DI ÇALAKIYÊ DE HER LI PÊŞ IN’

Hevseroka Navenda Civaka Demokratik a Brukselê Arîfe Soysuren jî diyar kir ku jinên Kurd ên li Ewropa dijîn li hember qetlîamên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê bertekê xwe nîşan didin û wiha got: “ Di nav çalakiya Kon de jinan jî cihê xwe girtin. Wê jinên Kurd di hemû çalakiyan de hê xurtir cihê xwe bigirin.”

Zubeyîr Aydar û Tahîr Kemalîzadê jî di axaftinên xwe de spasî ji beşdarvanan re kirin û gotin ku wê çalakiyên xwe yên li hember qetlîaman berdewam bikin.