Tê gotin boykotkirina hilbijartina parlamentoya Iraqê ya Gulanê û bi temamî vekişandina ji Iraqê di rojevê de ye.
ENCAMÊN SIYASÎ YÊN BÛDÇEYA BÊ KURD
Parlamenterên Kurd ji ber boykotkirinê li gel ku dengên xwe bi kar neanîn jî duh ji parlamantoya Iraqê bûdçeya 2018’an derbas bû û vê nîqaşên nû bi xwe re anîn. Nîqaşên siyasi nîşan didin ku di navbeyna Hikûmeta Navendî ya Iraqê û rêveberiya Herêmî de krîzên siyasî yên giran di rê de ne.
Parlamenterên Kurd ji bo ku nûneriya siyasî ya partiyan hatine piştguhkirin nîqaş dane destpêkirin ku ew ê kartên di dest xwe de bi kar bînin.
VEBIJÊRKA VEKIŞÎNA JI IRAQÊ
Serokê Koma Parlamentoya Iraqê yê YNK’ê Arez Abdullah got yek ji vebijêrka di dest wan de vekişîna ji Iraqê ye û wiha got: ‘’Divê hemû hêlên siyasî yên Kurd bi helwesteke netewî bin. Her wiha Hikûmeta Herêmê ya Kurdistanê li dijî yasaya bûdçeyê divê helwesta xwe diyar bike.’’
Abdullah got pêvajo bi talokeyên giran e û got: ‘’Berevajî salên bihurî, îsal li me guhdarî nekirin. Hewl dan ku daxwazên meşrû yên gelê me binpêbikin. Ev tolhildanek e. Tola nakokiya di navbeyna Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê de ye. Ya ku li dijî herêma Kurdistanê tê kirin li dijî destûrê ye û ne etîk e.’’
ENIYEKE NÛ YA SIYASÎ KETIYE DEWRÊ
Abdullah got bi krîzê re eniyeke nû ya siyasî xurt dibe û dikeve dewrê û got: ‘’Ev nîşan dide ku eniya siyasî ya nû xurt dibe. Armanca vê eniya nû ew e ku statûya Herêma Kurdistanê bi temamî ji holê rake an jî qels bike. Hewl didin ku li gorî esasê piraniyê yasayan derbas bikin û polîtîkayan diyar bikin. Ev ji bo siberoja Kurdistanê pir taloke ye.’’
Abdullah got li dijî van arîşeyan divê rêveberiya herêmî saziyên nav xwe bihêz bike û got, ‘’Baweriya di navbeyna rêveberiyê û gel de divê dîsa were danîn. Têkiliyên di navbeyna partiyên siyasî de normal bibin. Li dijî talokeyê niha û siberojên yên li ser Kurdistanê divê bi yek dengî bin û em xwedî yek helwestê bin.’’
VEBIJÊRKA VEKIŞÎNA JI BEXDAYÊ
Berdevkê Koma PDK’ê ya Parlamentoya Iraqê Rênas Cano got divê komên Kurd ji Bexdayê ji pêvajoya siyasî vekişe.
Cano got, ‘’Karta di dest me de vekişîna me ya ji pêvajoya siyasî ya Iraqê ye. Ji ber ku bûdçe li parlamentoya bêyî daxwazên Herêma Kurdistanê hatiye dengdan. Ji bo vê jî tekane rê vekişîn e. Gava pêşî divê em ji parlamentoyê vekişin da ku em li cem gelê xwe fihêtkar nabin.’’
DIVÊ LÎDERÊN KURD WERIN CEM HEV
Serokê Koma PDK’ê ya Parlamantoya Iraqê Erefat Kerem jî got lîderên Kurd ên siyasî ji bo ku rewşa nû binirxînin divê zû werin cem hev.
Kerem got wan pêşniyar kiriye ku hilbijartinên li Iraqê werin boykotkirin û got, ‘’Vekişîna ji pêvajoya siyasî ya Iraqê vebijêrka duyemîn e. Ji ber ku karê ku tê kirin nîşan dide ku êdî hebûna Kurdan a li Bexdayê ti maneya xwe tine.’’
GORAN Û YEKGIRTÛ ÇI DIBÊJIN?
Serokê Komê ya Tevgera Goran Emîn Bekîr Muhammed jî li ser rewşê got, ‘’Tiştên ku dibin encama biryara şaş a siyasî ya Herêmê Kurdistanê ye.’’
Serokê Koma Yekgirtû ya li Parlamentoya Iraqê Musena Emîn jî got divê lîdertya siyasî ya Kurd li dijî polîtîkaya şaş a Bexdayê bibin xwedî helwest.
Emîn got ji bo helwesta Bexdayê were astengkirin divê civaka navnetewî bi lezgînî tevbigere û got, "Pêdiviya m epê heye ku ji bo ev helwesta Bexdayê ya li dijî Herêma Kurdistanê were rawestandin bibin xwedî helwestekê. Divê em civaka navnetewî tevbigerînn. Ji ber ku rêbaza ku Haydar Ebadî dişopîne pir taloke ye. Divê komên Kurd ên li parlamentoyê ji nêz ve rewşê bişopînin û binbariyên dua liyan bişopînin."