Kurd û Erebên Reqayê li hev civiyan
Kurd û Erebên Reqayê li hev civiyan
Kurd û Erebên Reqayê li hev civiyan
Nûnerên Desteya Bilind a Kurd li bajarê Reqayê bi siyasetmedar û endamên saziyên civaka sivîl re hevdîtin pêk anîn û rewşa herêmê nirxandin.
Li bajarê Reqayê nûnerên Desteya Bilind a Kurd bi siyasetmedarên Kurd, Ereb û endamên saziyên civaka sivîl re civînek li dar xistin, di civînê de geşedanên dawî li herêmê, têkiliyên Kurd û Ereban li bajarê Reqayê hatin nirxandin.
Beşdarên civînê diyar kirin ku hin alî dixwazin di navbera pêkhateyên Kurd û Erebên li herêmê de fitne û tevlîheviyan derxin.
Beşdaran destnîşan kirin ku pêwîst e jiyana hevbeş û aştiyane ya Kurd û Erebên li Reqayê were pêşxistin û parastin.