Kurd û dostên wan ên li Helsînkiyê 15’ê Sibatê protesto kirin

Kurd û dostên wan ên ku li Helsînkî dijîn, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Ocalan hate lidarxistin, protestok kirin.

Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li bajarê Helsînkî yê Fînlandiya hate protestokirin. Kurd û dostên wan ên ku meşek li dar xistin, daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Di çalakiya ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Fînlandiya, PJAK û dostên Kurdan ve hate lidarxistin de, bal kişandin ser felsefe û îdolojiya Ocalan ku ronahî da sedsala 21’an. Ji ber vê fesefe û ramanê hêzên mêtînger tim ditirsiyan.

Di axaftinan de bal hate kişandina ser diktatoriya Serokkomarê Tirk Erdogan, diyar kirin ku ji bo gel li ser perspektîvên Ocalan bimeşin divê di hilbijartina referandûmê de dengê ‘NA’ xurt û bilind bikin.