Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Kurd li Viyana, Marsîlya û Laheyê ji bo PKK'ê meşiyan

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Lahey ê Hollandayê, tecrîdkirina Ocalan û qedexekirina PKK'ê hate şermezarkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, qedexekirina PKK'ê li welatên Yekîtiya Ewropayê bi meşekê hate şermezarkirin. Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Viyanayê pêk hat û Kurdistanî ji gelek eyaletan tevlî bûn.

Kurdistanî tevî dostên xwe roja Şemiyê saet 15'an li meydana Westbahnhofê li hev civiyan û pankartên bi nivîsa "Qedexeya li ser PKK'ê rakin", "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Şoreşa PKK'ê destpêk bû, berxwedan dewam dike" vekirin û wêneyên sê rêveberên PKK'ê Mûrat Karayilan, Dûran Kalkan û Cemîl Bayik hildan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Hevserokê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk li Awûstûryayê Halîs Sever axivî.

Sever greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven silav kir û got, wê xwedî li çalakiya Guven derkevin û rojên bê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Sever diyar kir, qedexekirina sembolên PKK'ê li welatên Ewropayê ne ya qebûlkirinê ye û got, ev qedexe bi kêrî dewleta Tirk a faşîst tê. Sever xwest, tavilê ev pêkanîn bi dawî bibe.

Sever li ser biryara DYA'yê ya li dijî sê pêşengên tevgera azadiyê de got, "Em ê bi berxwedana xwe vê hewldana komploya duyemîn a navneteweyî pûç bikin."

Girseya gel piştî daxuayniyê dest bi meşê kir û çalakiya xwe li Heldenplatzê qedandin ku avahiyên Serokkomarî û Serokwezaretiyê lê ne.

MARSÎLYA

Bi heman armancê li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi sedan kes li hev civiyan. Çalakî êvara Şemiyê li ber Navenda Çanda Kurdistanê pêk hat.

Girseya gel bi posterên Ocalan û pankartên ji wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mûrat Karayilan, Dûran Kalkan û Cemîl Bayik heta meydana Comedîa meşiya.

Komên antî faşîst û dostên Kurdan jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de gelek belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" hatin qîrîn. Meş li meydana Comedîayê qediya.

LI HOLLANDAYÊ MEŞ Û GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lahey (Den Haag) ê Hollandayê, li dijî tecrîdkirina Ocalan û qedexekirina PKK'ê li welatên Ewropayê, meşiyan. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û 'Êlek Zer'ên Hollandî pişgirî dan çalakgeran.

Li Laheyê, ji bo destek ji greva birçîbûnê ya wekîla HDP'yî Leyla Guven re were dayin, greva birçîbûnê ya bê dawî û dorveger dest pê kir. Grev bi dirûşma "Em Rêber Apo azad bikin" pêk tê.

LI FREÎBÛRGÊ PANKARTA BI NIVÎSA "PKK 41 SALÎ YE'

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, kmek ji ciwanên Kurd pankartek ji ala PKK'ê, wêneyê Ocalan û nivîsa "PKK 41 salî ye" li ser pireke nêzî gara trenê daliqandin.