Kurd li Toronto ji bo Kobanê li ser piyan e
Kurd li Toronto ji bo Kobanê li ser piyan e
Kurd li Toronto ji bo Kobanê li ser piyan e
Kurdên li bajarê Toronto yê Kanada çalakiyên xwe yên ji bo Kobanê didomînin. Kurdan û dostên wan îro ji ber Konsolosxaneya DYA heta Konsolosxaneya Tirk meşek li dar xistin.
Li Toronto di meşa ku ji aliyê Kurdish House ve hat organîzekirin sazî û dezgehên Kurd û Ermenî be cuis jî beşdar bûn. Di meşa ku nêzî hezar kes beşdar bûn dirûşmayên, “Bijî Berxwedane Kobanê” hatin gotin.
Çalakgerên ku tîşortên, “Keçên me ji destên DAIŞ derxin”, “Kobanê biparêzin” li xwe kiribûn bal kişandin. Çalakî rastî eleqeyeke zêde ya mirovên derdorê jî hat.
Çalakgeran xwest tavilê ji bo Kobanê korîdorek bê vekirin û alîkarî ji Kobanê re bê şandin.