Kurd li her derê li qadan e: Dagirkerî wê têk biçe

Dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin. Kurdistaniyan nerazîbûn nîşanî bêdengiya Ewropayê dan û gotin, ne gelê Kurd, lê belê hêzên ku Efrîn dagir kirine wê têk biçin.

Dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin. Kurdistaniyan nerazîbûn nîşanî bêdengiya Ewropayê dan û gotin, ne gelê Kurd, lê belê hêzên ku Efrîn dagir kirine wê têk biçin.

ODENSE: Çalakiya Newrozê ya li bajarê Odense yê Danîmarkayê, ji ber komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê kir veguherî civîna gel. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Hozan Diyar û Xelîl Xemgîn di civînê de axivîn û pêvajo nirxandin.

BERLIN: Li paytexta Elmanya Berlinê mîtîng hate lidarxistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Berlînê Yeko Ardil li mîtîngê axivî û got, "Hêzên YPG/YPJ û QSD bi rengekî bê hempa li dijî barbaran li ber xwe didin. Efrîn bi tenê nîne û em ê bi ser bikevin." NAV-DEM a Berlinê her wiha ragihand ku çalakiyên wan wê bê navber dewam bikin û ji roja Sêşemê û pê ve li ber Parlamenta Elmanyayê ya Federal dest bi greva birçîbûnê bikin.

HAMBURG: Bi wesîleya Cejna Newrozê li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi beşdariya hezar kesî çalakiyek hate lidarxistin. Bi navê komîteya amadekar axaftin li vir hate kirin û hate gotin, "Yên ku ji wan heye ku Efrîn dagir kirine, bila ji bî rnekin ku Efrîn wê ji wan re bibe goristan." Parlamentera partiya Çep Cansu Özdemir jî diyar kir ku li Efrînê bi çekên NATO'yê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin û destnîşan kir ku yê têk çûye gelê Kurd nîne, hêzên dagirker in. Di çarçoveya bernameya çandê ya şevê de Xemgîn Bîrhat, Koma Rengê Nû, Narînxan, Ozan Siyabend-Rozerîn-Sunny, Bengî Agirî û Şivan derketin ser dikê. Kurdistaniyan piştî çalakiy Newrozê ji bo şermezarkirina dagirkeriya artêşa Tirk li ber avahiya CDU çalakiya protestoyî kirin.

STUTTGART: Li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê bi pêşengiya Platforma Piştgiriya bi Efrînê re meşek hate lidarxistin. Di dawiya meşê de li meydana Schloss Platzê ku konê nobedê lê hatiye vedan, mîtîng hate lidarxistin. Di çalakiyê de li ser dagirkeriya artêşa Tirk belavok hatin belavkirin û dirûşma "Artêşa Tirk ji Efrînê bicehime" hate qîrîn.

GIESSEN: Li bajarê Giessen ê Elmanyayê ciwanên Kurd ji bo Efrînê daketin qadan. Ciwanan rêya Frankfurter Strasse 40 deqeyan li trafîkê girtin. Piştre ber bi Hauptbahnhofê ve meşiyan û li ber garê mîtîngek pêk anîn.

MUNCHEN: Li bajarê Munchen ê Eyaleta Bavyerayê, Kurdistaniyan tevî dostên xwe dagirkeriya artêşa Tirk şermezar kirin. Di çalakiya bê îteatiya sivîl de ku li gara trenê pêk hat, hevkariya hikumeta Elman hate şermezarkirin. Li balafirgeha Munchenê jî çalakiyeke bi heman rengî hate kirin.

PARIS: Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parisê, endamên Ciwanên Azad êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Ciwan bi pankarta bi nivîsa "Serî hilde" meşiyan û bang li ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê kirin ku hê bi xurtî xwedî li Berxwedana Serdemê derkevin.

Li paytexta Fransa Parisê, Navenda Lêkolînên Sûiryeyê civînek li ser Efrînê pêk anî. Nûnerê Rojava yê Parisê Xalit Îsa, profesorê Zanîngeha Sorbonne Khattar Abou Diab û pisporê Rojhilata Navîn Gerarad Challiand weke qiseker tevlî civînê bûn.

STRASBOURG: Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Zîn li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê navber çalakî tên lidarxistin. Însiyatîfê li ser çalakiyan daxuyaniyek da û bal kişand ser rewşa stratejîk a bajarê Strasbourgê. Hate ragihandin ku nava hefteyê her êvarê saet di navbera 17:00-18:00 de li Platce Kleber bi sedan Kurdistanî û dostên wan li hev dicivin û komkujiyên dewleta Tirk şermezar dikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê çalakiyên xwe bidomînin û bang li Kurdistaniyên li Eworpayê hate kirin ku xwedî li Efrînê derkevin.

MONTPELLIER: Li bajarê Montpellier ê Fransayê, Newroz bi şiyara "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" hate pîrozkirin. Di çalakiya Newrozê de hate ragihandin ku çeteyên barbar ên êrîşî Efrînê kirine wê ti carî bi ser nekevin. Hunermend Farqîn Azad, Zarîfe Zerrîn, Bûrhan û Suleyman di çalakiyê de derketin ser dikê.

ROMA: Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk, li paytexta Îtalya Romayê bi sedan kes li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan. Welatiyên Îtalyanî jî destek dan çalakiyê û li dijî dewleta Tirk û Erdoğan dirûşm hatin qîrîn. Di mîtîngê de hate ragihandin ku çalakiyên wan ên ji bo Efrînê wê ji niha û pê ve jî dewam bikin.

TORINO: Li bajarê Torino yê Îtalyayê Kurdistanî tevî dostên xwe li meydana Pizza Castello li hev civiyan. Di çalakiyê de alên YPG/YPJ'ê hatin hildan û dirûşma "Erdoğan ê kujer, destên xwe yên qirêj ji Efrînê vekişîne" hate qîrîn. Dozgera berê Laura Schreder Ferraro li çalakiyê axivî û destnîşan kir ku bêdengiya Ewropayê cihê şermê ye.

VIYANA: Dagirkirina Efrînê ji aliyê barbarên Tirk ve, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi meş û mîtîngekê hate şermezarkirin. Kurdistanî bi vê armancê ji ber NCDK a Viyanayê heta ber avahiya parlamentê meşiyan. Nûnerê PYD'ê yê Viyanayê Agirê Kobanê li vir axivî û got, çi zû çi dereng, wê hêzên dagirker ji Efrînê bên qewirandin.

BERN: Newroza li paytexta Swîsre Bernê diyarî berxwedana Efrînê hate kirin. Piştî pîrozbahiyê bi pêşengiya Ciwanên Azad û komên Alternatîf li nava kolanên Bernê ji bo saetekê meş hate lidarxistin û dirûşma "Dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê bicehime" hate qîrîn.

STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdistanî û dostên wan wê ji bo destekdana gelê Efrînê bi rengekî dorveger dest bi greva birçîbûnê bikin. Çalakî wê li meydana Mynttorgetê ya li pêşiya avahiya parlamentê pêk were û Rûsya ya ku destekê dide komkujiyên hovane yên çeteyên Tirk û bêdengiya welatên Ewropayê bên şermezarkirin.