Kurdistanî li dijî êrîşên dewleta Tirk her roj li qadan e

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û komkujiya li sivîlan dike, li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin.

Nerazîbûna li êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê roj bi roj zêde dibe. Kurdistaniyên ku ji roja destpêkê ve li qadan e, duh êvarê jî li gelek bajaran çalakî li dar xistin.

BRUKSEL: Li paytexta Belçîka Brukselê, ji bo piştgiriya Efrînê Meclîsa Jinê ya Bêrîtan, PYD û Yekîtiya Jinên Sosyalîst serdana saziya mafên mirovan a navneteweyî kirin. Di serdanê de, ji bo pêşî li komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike were girtin, dosyayek radestî saziyê hate kirin.

LEÛVEN: Bi pêşengiya NAV-BEL û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li bajarê Leûven ê Belçîkayê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Faşîst, kujer Erdogan" hatin qîrîn.

VIYANA: Cihekî din ê çalakî ji bo Efrînê lê hate lidarxistin, paytexta Awûstûrya Viyanayê bû. Kurdistaniyên bi pêşengiya NCDK a Viyanayê li ber avahiya Parlamenta Awûstûryayê li hev civiyan, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.

BONN: Êrîşên li ser Efrînê û komkujiya li sivîlan tê kirin, li gelek herêmên Elmanyayê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyên li bajarê Bonnê dijîn, bi vê armancê konê agahdarkirinê vedan. Çalakî wê 2 rojan dewam bike.

BERLÎN: Li paytext Berlînê, danê êvarê ji Uhland Str. a li herêma Charlottenbûrgê heta Nollendorf Platzê meşek hate organîzekirin. Bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe li pişt pankarta bi nivîsa "Efrîn wê dawî li Erdogan bîne" meşiyan û tevî êrîşên dewleta Tirk bêdengiya dewletên Ewropayê jî şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Tankên Elman ji Kurdistanê bicehimin", "Hemû dagirker ji Kurdistanê bicehimin" desteka hikumeta Elman a ji bo dewleta Tirk hate şermezarkirin.

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgartê, li Schlossplatzê piştî nîvro çalakiya nobedê dest pê kir û belavok hatin belavkirin. Di çalakiyê de wêneyên sivîlên ku li Efrînê ji ber êrîşên dewleta Tirk hatin kuştin, hatin nîşandan. Girseya gel piştre bi qîrîna dirûşman meşiya û dûre li Schlossplatzê mîtîngek li dar xist.

HAMBÛRG: Bi sedan kes li navçeya Altona ya Hambûrgê li hev civiyan. Aktîvîsta mafên mirovan Anja Flach li vir axivî û diyar kir bi desteka dewleta Elman, erêkirina Rûsya û DYA re dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê dike. Flach destnîşan kir ku bêdengî nabe û got, "Ji ber ku ev şer her kesî eleqedar dike."

HANNOVER: Kurdistaniyên li Hannoverê dijîn bi pêşengiya Ciwanên Azad û Ciwanên PYD'ê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Dewleta Tirk destên xwe yên bi xwîn ji ser zarokan vekişîne" û "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn.

LEÎPZÎG: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Leîpzîgê dijîn jî daketin qadan. Di çalakiyê de ji dewleta Elman hat xwestin ku tavilê dawî li têkiliya xwe ya qirêj a bi dewleta Tirk re bîne.

BRÎSTOL: Bi banga Brîstol Kurdîsh Solîdarîty Network û Kurdîsh Solîdarîty Wales ku ji enternasyonalên Îngilî û Gallerî pêk tê, li bajarê Brîstol ê Îngilîstanê meş û mîtîngek hate lidarxistin. Qisekeran berxwedna destanî ya YPG/YPJ'ê silav kirin û bang li hikumeta Theresa May kirin ku hevkariya xwe ya qirêj a bi dewleta Tirk re biqedîne.

ÛTRECHT: Li bajarê Ûtrecht ê Hollandayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk Kurdistanî li hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Bes e ji êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê" vekirin. Di çalakiyê de li dijî Erdogan û dewleta Tirk dirûşm hatin qîrîn û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.

NÎCE: Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarê Nîce yê Fransayê bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin. Çalakî bi banga Meclîsa Gel a Dragûînîgnanê pêk hat û li Place Masena ya Nîce hate lidarxistin. Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn.

LOZAN: Kurdistanî û dostên wan ên li ber Dêra St. Laûrent a li bajarê Lozan ê Swîsreyê li hev civiyan, bi çalakiyekê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê şermezar kirin. Di çalakiyê de bal hate kişandin ser êrîşên li dijî sivîlan tên kirin û li ser komkujiya sivîlan a ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê tê kirin belavok hatin belavkirin.

BERN: Kurdistanî bi heman armancê li ber stasyona trenê ya li navendî ya li paytexta Swîsre Bernê li hev civiyan û berxwedana Efrînê silav kirin. Komên anarşît ên Swîsreyê jî piştgirî dan çalakiyê.

CENEVRE: Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana Efrînê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kon hate vedan. Çalakgeran li vir dan xuyakirin ku bêdengiya Neteweyên Yekbûyî nayê qebûlkirin û gotin, "Her ku Neteweyên Yekbûyî bêdeng dimîne, hê bêhtir dibe hevparê komkujiya sivîlan ku bi destê dewleta Tirk li Efrînê tê kirin."

ZURÎCH: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Zurîch ê Swîsreyê dijîn li ber avahiya Parlamenta Kantona Zurîchê li hev civiyan û bi çalakiya rûniştinê berxwedana Efrînê silav kirin. Di çaakiyê de bêdengiya Ewropayê hate rexnekirin û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

CHÛR: Li bajarekî din ê Swîsreyê li Chûrê nêzî 100 Kurdistanî li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û bi pankart û dowîzan berxwedana Efrînê silav kirin.

TÎCÎNO: Li bajarê Tîcîno yê Swîsreyê bi pêşengiya Tevgera Jinên kurd li ber stasyona Bellînzona çalakiya "jinên rawestandî" hate lidarxistin. Piştî çalakiya nîv saetê jinan li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê belavok belav kirin.