Kurd li ber KE û CPT dest bi çalakiya rûniştinê ya domdar dikin

KCDK-E diyar kir, ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja Duşemê li ber Konseya Ewropayê (KE) û CPT'yê dest bi rûniştina domdar dikin û bang kir ku her kesî bi xurtî tevlî çalakiyê bibe.

Ji bo ku tecrîd û zexta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şermezarkirin Kurd li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li ber avahiyên CPT û Konseya Ewropayê (KE) çalakiya rûniştinê ya domdar didin destpêkirin. Çalakî bi daxuyaniyeke çapemeniyê roja Duşemê wê dest pê bike.

Di van rojên dawî de piştî ku nûçeyên derbarê ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her deverên dinyayê rabûne ser piyan. Kurd li ber Konseya Ewropayê (KE) û Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT), ji Duşemê û wir ve dest bi çalakiya domdar a rûniştinê dikin.

Dîwana Seroktiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E)  di daxuyaniyê bang kir ku her kes tevlî çalakiyan bibe û heta ku encamê bistînin wê çalakiyê bidomînin.

'JIYANA BÊ RÊBERTÎ NABE'

KCDK-E'yê bal kişande ser rewşa Ocalan, diyar kir ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve tecrîdeke giran li ser Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, herî dawî 5’ê Îlona 2016’an ji rewşa Ocalan agahdar bûne û ev ji salekê zêdetir e Ocalan bi malbat, parêzer, ti pêkhateyeke siyasî re hev nedîtiye, ji 2011’an ve parêzer nikarin pê re hev bibînin, 400 serlêdanên hevdîtinê bi kêfî hatine redkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rêbertiya me li derveyî pêvajoyê tê hiştin, dixwaze ku Rêbertî bidin jibîrkirin û bêbandorkirin. Dixwazin gelê Kurd hînî tecrîda li ser Rêbertiya me bikin. Herî dawî nûçeyên li ser medyaya civakî jî nîşan didin ku ev parçeyeke sereke ya ji vê polîtîkayê ye. Em careke dî diyar dikin ku ev nûçeya ku projeyek ji faşîzma AKP-MHP’ê, dîktatoriya Erdogan-Bahçelî ye, ji bo me û ji bo hemû gelên Tirkiyê pir taloke ye, em ji tenduristî, ewlehiya jiyanê ya Serok Apo bi asta pêşî berpirs in, bêyî Wî jiyan wê nebe, em ê hînî tecrîda li ser Rêber Apo nebin û ev ji bo me bûye heqîqeyeke wiha ku em hînî vê nabin."

'DIVÊ GELÊ ME WÊ ROJÊ JIYANÊ BISEKINÎNE Û TEVLÎ ÇALAKIYÊ BIBE'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi qasî AKP'ê saziyên Ewropî jî ji zextên li ser Ocalan berpirsyar in û wiha hate gotin, "Di vê rewşa kaos û kaotîk de ku AKP û Erdogan afirandine, em ê ti carî li pêşberî planên bê exlaq û qirêj ên li hemberî Rêberê me tên kirin, bêdeng nemînin. Li ser vê bingehê, ji bo ewlekarî, azadî û tenduristiya Rêberê me, divê Kurd û dostên Kurdan bi rengekî bê navber rabin ser piyan. Li ser bingeha biryardariya çalakiyên bê navber, em neçar in ji Serok Abdullah Ocalan agahiyê bigirin. Ji vê polîtîkaya komkujiyê ya dewleta Tirk ku bi rengekî bê exlaqî û şantajê di şexsê Serok Abdullah Ocalan de li dijî Kurdan dimeşîne, saziyên li Ewropayê jî berpirsyar in. Serkêşiya van saziyan jî Konseya Ewropayê (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dikin."

Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E ragihand, ku ji bo wezîfeya CPT û KE bînin bîra wan û nerazîbûnê nîşan bidin, wê dest bi çalakiya rûniştinê bikin û ev agahî da:

"23'ê Cotmeha 2017'an roja Duşemê, em li ber avahiyên CPT û KE yên li Strasboûrgê dest bi çalakiya rûniştinê dikin û bang li gelê xwe û hemû dostên xwe dikin ku bi rengekî aktîf tevlî bibin. Çalakiya rûniştinê ya bê dem û bê navber, heta ku ji KE û CPT encamek bê bidestxistin, wê dewam bike. Ev yek hem wezîfeyeke, hem berpirsyarî û hem jî sekneke bi exlaq e.

Çalakiya rûniştinê wê bi mîtîngeke beşdariya bi hezaran kesî dest pê bike. Em bang dikin, ku roja Duşemê saet di 11:00 de bi xurtî tevlî mîtînga li ber avahiyên Konseya Ewropayê û CPT bibin. Wê rojê ne roja kar, roja dibistan an jî roja tiştekî din e. Ew roj divê weke roja Rêbertî bê ragihandin. Her Kurdek divê li Stasboûrgê tevlî çalakiya ji bo azadiya Rêber Apo bibe."